Sinifên gotinan
- Navdêr: Tişt, kes û nav – xwarin, av, însan, şuẍilker, dê, bira, bav
- Lêker: Tiştên ko tên kirin yan dibin – xwarin, jê kirin, xistin, vekirin; ketin, vebûn
- Rengdêr: Li ser navdêran me'lûmatê didin – mezin, piçûk, şîn, kesk, vala, dagirtî, qelew, ze'îf, tewandî, xwehr
- Daçek: Cih (li cem, li ser, piştî) yan wext (di) diyar dikin. Yan jî, şiklê ko tiştêk tê kirin (bi, bê). – di, li, ji, bi
- Hoker: Xebereke dî diguherin. Li ser lêker, rengdêr yan jî hokereke dî beḧs dikin. Nêzîkî rengdêran in, lê rengdêr beḧs dikin ma tiştek çawa ye (navdêr). – zûka, bi zorê, hêdîka
- Zemîr: Cihê navdêrekê digirin – ez - min, em - me, ew - wan/wa, win/hûn - we, ew - wî & wê, ev - vî & wê
- Gihanek: 2 qetan digihînine hev – û, lê, bes
- Baneşan: Dengên ko yek derdixe wextê ko tiştek dibe – ax, wey, haho, waweylê
- Jimarnav: Navê nimerekê/reqemekê, yanî jimarnavê ji bo reqema 1ê dibe "yek".
- Pêşpirtik: Bi pêşiya xeberekê ve dibin. Me'na gotinê diguherin, ji bonî lêkeran gotineke nû (belkî nêzîkî ya kevn) çêdikin û ji bonî navdêran ḧal diguherin. – ve-, ra-, da- ...; bi-, bê-
- Paşpirtik: Bi taliya xeberekê ve dibin. – -ker, -tir, -dan, -van, -î
navdêr, veqetandek, rengdêr, pronav (= zemîr), lêker, jmarnav, hoker, daçek, gihanek, baneşan.
Kurmancî | Îngilîzî | Tirkî |
navdêr (mê) | noun | isim |
lêker (mê) | verb | fiil |
rengdêr (mê) | adjective | sıfat |
daçek (mê) | adposition (ḧemû), preposition (pêş), postposition (paş), circumposition (dor) | edat |
hoker (mê) | adverb | zarf |
zemîr (mê) | pronoun | zamir |
gihanek (mê) | conjunction | bağlaç |
baneşan (mê) | interjection | ünlem |
jimarnav (nêr) | numeral | sayı? |
pêşpirtik (mê) | prefix | ön ek |
paşpirtik (mê) | suffix | son ek |