Ji bo navdêran 2 cins hene, û ji bo navdêrina yek kare herdukan jî bişuẍulîne.
Bêhtirê gotinan bi vî cinsî ne.
Sêveke, sêva
Diya, keça, keçama, pîrika
Dêkeke, keçeke, keçameke, pîrikeke
Li ser tiştan: ne li gora tiştekî, li ser kesan: li gora kurik/zilam/mêr.
Welatekî, welatê
Kevirekî, fêkîkî (yan jî fêkiyekî)
Bavê, kurê, kuramê, kalikê
Bavekî, kurekî, kuramekî, kalikekî
Tişt yan kesên ko karin herdu cinsiyet jî bin.
Ji ẍeynî wê hin navdêr dikarin werin jimartin û hin jî nikarin.
Karin werin jimartin: Yek sêv, do sêv, sê sêv, ...
Nikarin werin jimartin: Av, ard, şîr, ...
Tewandin li gora reqem, cins, xwedî û diyarkirin/binavkirinê tê guhartin.
BINAVKIRÎ / DIYARKIRÎ
kasus | yek | gelek |
---|---|---|
navkî | mal | mal |
îzafe | mala | malên |
çemandî | malê | malan |
bakirin | malo | malino |
NEBINAVKIRÎ / NEDIYARKIRÎ
kasus | yek | hinek (paucal) |
---|---|---|
navkî | malek | malin |
îzafe | maleke | maline |
çemandî | malekê | malina(n) |
BINAVKIRÎ
kasus | yek | gelek |
---|---|---|
navkî | xanî | xanî |
îzafe | xaniyê | xaniyên |
çemandî | xanî | xaniyan |
bakirin | xaniyo | xanîno / xaniyino |
NEBINAVKIRÎ / NE DIYAR
kasus | yek | hinek (paucal) |
---|---|---|
navkî | xaniyek | xaniyin / xanînin |
îzafe | xanîkî / xaniyekî | xanîne / xaniyine |
çemandî | xanîkî / xaniyekî | xanîna(n) / xaniyinan |
BINAVKIRÎ / DIYAR
kasus | yek | gelek |
---|---|---|
navkî | kevir | kevir |
îzafe | kevirê | kevirên |
çemandî | kevirî | keviran |
bakirin | keviro | kevirino |
NEBINAVKIRÎ / NE DIYAR
kasus | yek | hinek (paucal) |
---|---|---|
navkî | kevirek | kevirin |
îzafe | kevirekî | kevirine |
çemandî | kevirekî | kevirina / kevirinan |
BINAVKIRÎ / DIYAR
kasus | mê (yek) | nêr (yek) | mê û nêr (gelek) |
---|---|---|---|
navkî | heval | heval | heval |
îzafe | hevala | hevalê | hevalên |
çemandî | hevalê | hevalî | hevalan |
bakirin | hevalê | hevalo | hevalino |
NEBINAVKIRÎ / NE DIYAR
kasus | mê (yek) | nêr (yek) | mê û nêr (hinek (paucal)) |
---|---|---|---|
navkî | hevalek | hevalek | hevalin |
îzafe | hevaleke | hevalekî | hevaline |
çemandî | hevalekê | hevalekî | hevalina(n) |
BINAVKIRÎ / DIYAR
kasus | yek | gelek |
---|---|---|
navkî | şibake | şibake |
îzafe | şibaka / şibakeya | şibakên / şibakeyên |
çemandî | şibakê / şibakeyê | şibakan / şibakeyan |
bakirin | şibakeno |
NEBINAVKIRÎ / NE DIYAR
kasus | yek | hinek |
---|---|---|
navkî | şibakeyek / xanîkek | şibakeyin / şibakenin |
îzafe | şibakeke | şibakene / şibakeyine |
çemandî | şibakekê | şibakena(n) / şibakeyinan |
Ji bonî ḧalê ne-bi-nav-kirî yê duwa carna wextê ko gotinek bi dengdêrekê xilas dibê hinek kes di nivîsandina xwe de şorbe -> "şorbeyeke" (xaniyekî, vîdyoyeke, fêkiyekî) bedêla "şorbeke" dinivîsînin. Lê ev şikil zêde dirêj e û ne ḧewce ye, şorbeke, xanîkî, vîdyoke, fêkîkî bes in. Ji bonî ḧalê pêşî rast e -yek ḧewce ye.
Navkî şiklê xwerû ye. Li vir herî gelek çi tişt hene? Şibake hene.
Îzafe şiklê xwedîtiyê ye. Xaniyê wî xweşik e. (Ew xwediyê xanî ye û ew xanî xweşik e.)
Çemandî şiklê _____ ye.
Kurmancî | Îngilîzî |
---|---|
navkî | nominative |
îzafe | construct/ezafe |
çemandî | oblique |
bakirin | vocative |
binavkirî | definite |
nebinavkirî | indefinite |