Bi navê Xwedayê Reḧman ê Reḧîm.

Nevgur di ḧezîrana 2023an de ji bonî muhîmtiya dengên kurmancî û devokên ko kêm hatine qeydkirin hate vekirin (Avakirina programê di ḧezîrana 2020an de dest pê kir). Ferhengên kurmancî ne kêm in lê kêm ji wana dengê ḧerfan qeyd kirine. Yanî wextê ko yek bixwaze bi'elime gotineke nû yek nikare zanibe ma çawa tê gotin. Li vê malperê hinek ḧerfên nû hene ji bonî ko dengê gotinan bi timametî were qeydkirin û ev program ji binî ve hatiye nivîsandin ji bo vî zimanî. Databasa vê ferhengê bi mekîne/kodê jî kare were vekirin û bi wî şiklî rê ji bonî gelek programên dî, weke ên rast nivîsandinê, tercimekirinê û bi deng xwendinê vedibê.

Qeydkirina gotinan li ser ferhengê gelekî reḧet e û ji ḧemû kesî re vekirî ye.

Em naxwazin bibine ferhengeke kurmancî, em dixwazin bibin ferhenga kurmancî

Bi xêra xwe ḧesabekî çêke û zimanê xwe pêş de bixe!

Bi alfaba 'erebî bixwîne