Têdeyî
Ji ẍeynî tiştên hişkere, di vê ferhengê de gelek tişt hene. Vane tiştên herî xweş:
Ji bonî xwendevanan:
- Navê gotinan bi ḧemû dengên kurmanciyê têne nivîsandin, 'elimîna wan bi şiklekî rast û xweş çêdibê.
- Agahiyên li ser gotinan hene. Heke yek bixwazê gotineke nû bi'elimê, tiştên weke cinsiyet, gerguhêz yan na, rayên tewandinê, taybetiyên tewandinê ḧewce ne, û me li vir wana qeyd kiriye.
- Sûretek ji bonî hema bêje her gotinî heye.
- Me'na gotinê bi kurmancî û gelek zimanan heye.
- Dengê hinek gotina heye.
- Gelek nivîsarên me li ser ziman hene.
- û gelek tiştên dî...
Ji bonî ferhengsazan (ḧemû ên berî tê de):
- Lêzêdekirina sûret gelekî reḧet e.
- Qeydkirina deng gelekî hêsanî ye.
- Girêdana hevme'nan (gotinên bi 'eynî me'neyî) gelekî hêsanî ye.
- Nivîsandina şiklên gotinan mimkin e.
- Rûpela guhartinê xweşik e û tê fêmkirin.
- Hêsanî ye yek çe'vkehnî bidê.
- û gelek tiştên dî...