Navdêr

Tiştekî ko ez meraq dikim: "Ti li ser xwarinçêkirine baş î" yan jî "Ti li ser çêkirina xwarinê baş î"? CEWAB: Ti xwarinê baş çêdikê.

Ji bo navdêran 2 cinsiyet hene, û navdêrin karin herdukan jî bi kar bênin.

Gelekî bêhtir gotin vê cinsiyetê bi kar tînin li gora yên dî.

nêr

Li ser tiştan ne li gora tiştekî, li ser kesan li gora kurik/zilam/mêr.

mê û nêr

Tişt yan kesên ko karin herdu cinsiyet jî bin.

Ji ẍeynî wê hin navdêr dikarin werin jimartin û hin jî nikarin.

Yek sêv, do sêv, sê sêv, ...

Av.

Tewandin

Cara pêşî ez ê dêhnê xwe dime tewandinê, ji ber ko ji ẍeynî wê yek nikarê gelek tişt li ser navdêran bêjê :)

Tewandin li gora hejmar, cinsiyet, xwedî û binavkirin (bi-nav-kirin) tê guhartin.

Mal (mê)

BINAVKIRÎ

çiyekgelek
navkîmalmal
îzafemalamalên
çemandîmalêmalan

NEBINAVKIRÎ

çiyekhinek (paucal)
???malekmalin
???malekemaline
???malekêmalinan

Xanî (nêr)

BINAVKIRÎ

çiyekgelek
navkîxanîxanî
îzafexaniyêxaniyên
çemandîxanîxaniyan

NEBINAVKIRÎ

çiyekhinek (paucal)
???xaniyekxanîn / xaniyin
???xanîkîxanîne / xaniyine
???xanîkîxanînan / xaniyinan

Heval (mê û nêr)

BINAVKIRÎ

çimê (yek)nêr (yek)mê û nêr (gelek)
navkîhevalhevalheval
îzafehevalahevalêhevalên
çemandîhevalêhevalîhevalan
bakirinhevalêhevaloheval(i)no

NEBINAVKIRÎ

çimê (yek)nêr (yek)mê û nêr (hinek (paucal))
???hevalekhevalekhevalin
???hevalekehevalekîhevaline
???hevalekêhevalekîhevalinan

Şibake (mê)

BINAVKIRÎ

çiyekgelek
navkîşibakeşibake
îzafeşibaka / şibakeyaşibakên / şibakeyên
çemandîşibakê / şibakeyêşibakan / şibakeyan

NEBINAVKIRÎ

çiyekhinek
???şibakeyekşibakeyin
???şibakekeşibakene / şibakeyine
???şibakekêşibakena / şibakeyinan

Ji bonî ḧalê ne-bi-nav-kirî yê duwa carna wextê ko gotinek bi dengdêrekê xilas dibê hinek kes di nivîsandina xwe de şorbe -> "şorbeyeke" (xaniyekî, vîdyoyeke, fêkiyekî) bi dêla "şorbeke" dinivîsênin. Lê ev şikil zêde dirêj e û ne ḧewce ye, şorbeke, xanîkî, vîdyoke, fêkîkî bes in. Ji bonî ḧalê pêşî rast e -yek ḧewce ye.


Navkî şiklê xwerû ye. Li vir herî gelek çi tişt hene? Şibake hene.

Îzafe şiklê xwedîtiyê ye. Xaniyê wî xweşik e. (Ew xwediyê xanî ye û ew xanî xweşik e.)

Çemandî şiklê _____ ye.

Herî talî 07:54, 01 tişrîna paşiyê 2023 hate guhartin.