Nivîsareke peywendar: Fêdên ferhengan
Min çi alav û programa ji bonî şuẍilandina kurmanciyê di kompûteran de çêkiriye?
Tewandina lêkeran. Yek ra, wext, kes û şikil didê programê û ew lêkerê ditewênê. Man -ma- bi wextê çûyî-qewimîn, kesê ez dibê "dimam".
Derxistina lêkeran ji tewandinê. Agahiyên li ser tewandinê ḧesab dikê, rayê wê derdixê û heke wextê çûyî bê bi rastîke 100% gotinê jî derdixê. Ji bonî tewandineke wextê niha yan werê divê yek bixwe rayên gotinan qeyd bikê deqena fêm bikê ka kîjan gotin e.
Derxistina cûrê lêkerê. Fêm dikê ma gotinên weke "dan, xwestin, lê dan, vekirin" kîjan cûre ne.
Gotinên hejmaran. Ev program hejmarên weke 4.001.500 dixê "çar milyon û hezar û pênsed" û bi 'eynî şiklî ji gotinê dixê hejmar. Guhartina wê ji bonî devokên dî gelekî hêsanî ye.
Tewandina rengdêran. Tiştekî mezin bi vê nîne, "xweşik" dixê "xweşiktir" yan "herî xweşik" û divegerênê.
Devok guhartin. Ev hê di şiklekî gelekî hêsanî de ye û karê devokan piçekî biguhêrê bixê devokeke dî.
Ev jî ne tam NLP ne.
Nivîsa bi alfaba firehkirî xistin IPA.
IPA xistin alfaba firehkirî.
Ev jî min çêkiriye lê ne di vê programê de ne.