Hedef

Hedefên Nevgurê:

  1. Qeydkirina gotinên kurmancî
    • bi me'lûmata deverên ko lê tên şuẍulandin, dengê wan, alfaba pêşketî, rayê lêkeran, cinsiyeta navdêran
  2. Dêhnê xwe dan devokên kurmancî û şiklên gotinan
    • hinek devok gelekî kêm hatine qeydkirin
  3. Tercimekirina gotinan
    • zimanên resmî ên dewletên ko perçên Kurdistanê lê ne
    • zimanên dî yên kurdan
    • zimanên li ẍurbeta kurdan, zimanên mezin ên dinyayê
    • ...û her zimanê ko yek bixwazê qeyd bikê

Tiştên ko em dixwazin bi van hedefan re bi dest bixin:

  1. Tercimekirin
    • Ji bonî ko bêhtir tişt ji kurda re hebin tercimekirina bixwe yanî otomatîk divê hebê. Ne hewce ye 100% bixwe jî bê, lê arîkarî (ji bonî bo nimûne binnivîsên filîman, tiştên programan).
  2. Rê vekirin ji bonî programên ko li ser ziman dişuẍilin
  3. Parastina (ḧevizandina) ziman ji teḧsîra zimanên "resmî" û guhertinên beredayî
  4. Pêşxistina nivîsan
    • Lêzêdekirina ḧ, ẍ û ' ji ber xwe ve. Çima?
Herî talî 18:46, 29 adarê 2024 hate guhartin.