Ji bonî ferhengoka cûrên gotina, li vir mêzênin.
Kesekî ko tiştekî bi kar tînê, di vê malperê de tê me'na kesekî ko ḧesabê wa heye lê ên ko tenê dixwênin ji karin werin ḧesabkirin.
Gotineke ko me'na wê 'eynî weke yeke dî ye. Şteẍilîn, axiftin, peyivîn, qise kirin, xeber dan hevme'ne ne.
Bê ma tiştek ji kû hatiye. Heke yek nimûnekê ji kitêbekê anîbê, hingî ew kitêb dibê çe'vkehniya nimûnê.
Gotineke ko me'na wê dijî yeke dî ye. Rast ≠ ẍelet, baş ≠ xirab.
Bê ma gotin ji kû hatiye yan çawa çêbûye.
Bêhtir ji yek. Sêva min = yekejmar, Sêvên min = gelejmar.
Komeke gotin/kelîman. "Ez li vir im" hevokek e. Cimle.
Ma tiştek çi ye. Mana "xweşik" karê weke "baş xuya dikê" werê gotin.
Nivîseke ne zêde kin ko bêhtir li ser tenê tiştekî yan meselekê beḧs dikê.
Gotin, peyv, kelîme, xeber, bêje. Qeta herî piçûk ya hevokekê.
Tenê yek. Sêva min = yekejmar, Sêvên min = gelejmar.
Cinsiyeta kelîmê. Ji bo nimûne kelîma "sêv" mê ye ji ber ko yek dibêjê "sêva min". Kelîma "çente" nêr e ji ber ko yek dibêjê "çentê min".