AI

AI (îngilîzî: artificial intelligence), sîstemine pêşketî ne ko ji bo karên zeḧmet karin werin bikaranîn. Bi riya ko yek gelek data/dane û netîca wê datayê bidê AIyê, ew AI karê ji bo datayên nû ko berî hingî nedîtibû jî netîcan bidê. Belê ev şiklê ko yek vî tiştî bidê fêmkirin gelekî hêsankirî ye, lê ji bonî nimûne heke gelek qeydên dengan û nivîs yanî teksta wan ji AIyê re werê dan, piştre ew AI karê qeydên dî yên dengan jî bixê nivîs.

Ji ber ko materyalên kurmancî ne bi qasî zimanên dî zêde ne û ji ber ko zêde şuẍilê teknîkî li ser zimanê me nehatiye kirin zêde piştevanî ji bo zimanê me di sîstemên halo de nîne lê hinek tişt hatine çêkirin û gelek fêde ji wan karin werin girtin.

Li vê derê lîsteke van teknolojiyan heye û nêteke min (rêveberê malperê) heye ko hinek programên ko van tiştan pêş de bixin werin çêkirin.

  1. Tercimekirin
  2. Tesbîtkirina ziman
  3. Naskirina xeberên qeydên dengan (şteẍalî)
  4. Ji nivîsê çêkirina deng
  5. Naskirina sentaksa cimlan û cûrên xeberan

Tercimekirin

Yek ji tiştên pêşî ko hatin çêkirin jî xizmetên tercimê ne. Di serî de xizmeta Googlê kurmancî lê zêde kir lê xizmeta wan bi rastî jî bi kêr nedihat û hê jî ne wilqasî baş e. Piştre xizmeta Microsoft Translator (Bing) vebû û di serî de ew jî biproblem bû lê vêce çêtir bûye. Çiqasî carna xeberên 'ecêb jî bi kar bînê, ji bo nivîseke pêşî bi kêr tê. Talî jî sîstemeke azad û serbest ji Metayê hate derxistin, û taybetiya wê jî ew e ko însan karê ji xwe re daxê û bê servera xwediyê xizmetê wê bi kar bînê. Xizmeta Metayê, navê wê NLLB ye, ji Google Translatê çêtir e lê dîse jî Microsoft Translator ji NLLByê çêtir e.

Li gora dereca bikêrhatinê hatine rêzkirin:

  1. Microsoft Translator (Bing)
  2. NLLB (No Language Left Behind)
  3. Google Translate

Tesbîtkirina ziman

Language identification (LID).

Ji bo ko ji nivîsek werê fêmkirin ma ew kîjan ziman e jî modeleke Metayê heye. Bi modela tercimê ya NLLByê re modeleke tesbîtkirina ziman jî nivîs jî hat.

  1. NLLB lid218e û lînka li HuggingFace

Wekî dî, modeleke Metayê ji bo tesbîtkirina ziman ji qeydên dengan jî heye. Ew jî qeteke MMSê ye.

Naskirina xeberên qeydên dengan (şteẍalî)

Automatic speech recognition (ASR).

Metayê modeleke AIyê ko karê qeydên dengan bixê nivîs jî çêkiriye. Navê wê modelê MMS e, massively multilingual speech. Ew model jî weke NLLBê azad e û bi kêr tê. Hinek problemên piçûk hene, carna xeberan peve dinivîsînê û carna jî wan jev vediqetînê lê ew jî weke nivîseke pêşî gelekî bi kêr tê.

  1. MMS (Massively Multilingual Speech)

Ji nivîsê çêkirina deng

Talk-to-speech (TTS).

Modela Metayê ya MMSê ev tişt jî dikê lê zêde bi kêr nayê.

Naskirina sentaksa cimlan û cûrên xeberan

Part-of-speech analysis.

Herî talî 00:08, 14 çêla pêşiyê 2024 hate guhartin.