Sinifên gotinan
- Navdêr: Tişt û kes - xwarin, av, însan, şuẍilker, dê, bira, bav
- Lêker: Tiştên ko tên kirin yan dibin - xwarin, jê kirin, xistin, vekirin; ketin, vebûn
- Rengdêr: Li ser navdêran agahdarî didin - mezin, piçûk, şîn, kesk, vala, dagirtî, qelew, ze'îf, tewandî, xwehr
- Daçek: Cih (di, li) yan wextê (di) kesek yan tiştekî didin. Şiklê ko tiştêk tê kirin. (bi, bê) - di, li, ji, bi
- Hoker: Beḧs dikin li ser ma tiştek çawa hatiye kirin yan bûye. Nêzîkî rengdêran in, lê rengdêr beḧs dikin ma tiştek çawa ye, û ev beḧs dikin ma tiştek çawa dibê yan tê kirin.
- Cihnav: Cihê navdêrekê digirin - ez, min, em, me, ew, wa, wan, wun, wî, wê, ev, vê, wê, vî, wî
- Gihanek: 2 tişta digihênine hev - û, lê, bes
- Baneşan: Dengên ko yek dikê wextê tiştek dibê - Ax, wey, haho, waweylê
- Jimarnav: Navê jimarekê, yanî jimarnavê 1 dibê yek.
- Pêşpirtik: Me'na gotinê diguherin, ji bonî lêkeran gotineke nû (belkî nêzîkî ya kevn) çêdikin û ji bonî navdêran ḧal diguherin. - ve-, ra-, da- ...; bi-, bê-
- Paşpirtik: Li taliya gotinê ne. - -ker, -tir, -dan, -van, -dêr
navdêr, veqetandek, rengdêr, pronav (= cihnav), lêker, jmarnav (jimarnav), hoker, daçek, gihanek, baneşan.
- pronav -> cihnav - Li ser cihnav/cînav/cînavk, ev bi rastî li gora rêzimanê ẍelet in. 2 navdêr peve nabin bê tiştekî di neqeba wa de. Pronav bi fikirê gotina fransî hatiye çêkirin (pronom), "nom" jî bi kurmancî ye "nav" e û ji ber wê li gora rêzimanê ne ẍelet e.
Kurmancî | Îngilîzî | Tirkî |
navdêr | noun | isim |
lêker | verb | fiil |
rengdêr | adjective | sıfat |
daçek | adposition (ḧemû), preposition (pêş), postposition (paş), circumposition (dor) | edat |
hoker | adverb | zarf |
cihnav | pronoun | zamir |
gihanek | conjunction | bağlaç |
baneşan | interjection | ünlem |
jimarnav | numeral | sayı? |
pêşpirtik | prefix | ön ek |
paşpirtik | suffix | son ek |