Tiştekî ko ez meraq dikim: "Ti li ser xwarinçêkirine baş î" yan jî "Ti li ser çêkirina xwarinê baş î"? CEWAB: Ti xwarinê baş çêdikê.
Ji bo navdêran 2 cinsiyet hene, û navdêrin karin herdukan jî bi kar bênin.
Gelekî bêhtir gotin vê cinsiyetê bi kar tînin li gora yên dî.
Li ser tiştan ne li gora tiştekî, li ser kesan li gora kurik/zilam/mêr.
Tişt yan kesên ko karin herdu cinsiyet jî bin.
Ji ẍeynî wê hin navdêr dikarin werin jimartin û hin jî nikarin.
Yek sêv, do sêv, sê sêv, ...
Av.
Cara pêşî ez ê dêhnê xwe dime tewandinê, ji ber ko ji ẍeynî wê yek nikarê gelek tişt li ser navdêran bêjê :)
Tewandin li gora hejmar, cinsiyet, xwedî û binavkirin (bi-nav-kirin) tê guhartin.
BINAVKIRÎ
çi | yek | gelek |
---|---|---|
navkî | mal | mal |
îzafe | mala | malên |
çemandî | malê | malan |
NEBINAVKIRÎ
çi | yek | hinek (paucal) |
---|---|---|
??? | malek | malin |
??? | maleke | maline |
??? | malekê | malinan |
BINAVKIRÎ
çi | yek | gelek |
---|---|---|
navkî | xanî | xanî |
îzafe | xaniyê | xaniyên |
çemandî | xanî | xaniyan |
NEBINAVKIRÎ
çi | yek | hinek (paucal) |
---|---|---|
??? | xaniyek | xanîn / xaniyin |
??? | xanîkî | xanîne / xaniyine |
??? | xanîkî | xanînan / xaniyinan |
BINAVKIRÎ
çi | mê (yek) | nêr (yek) | mê û nêr (gelek) |
---|---|---|---|
navkî | heval | heval | heval |
îzafe | hevala | hevalê | hevalên |
çemandî | hevalê | hevalî | hevalan |
bakirin | hevalê | hevalo | heval(i)no |
NEBINAVKIRÎ
çi | mê (yek) | nêr (yek) | mê û nêr (hinek (paucal)) |
---|---|---|---|
??? | hevalek | hevalek | hevalin |
??? | hevaleke | hevalekî | hevaline |
??? | hevalekê | hevalekî | hevalinan |
BINAVKIRÎ
çi | yek | gelek |
---|---|---|
navkî | şibake | şibake |
îzafe | şibaka / şibakeya | şibakên / şibakeyên |
çemandî | şibakê / şibakeyê | şibakan / şibakeyan |
NEBINAVKIRÎ
çi | yek | hinek |
---|---|---|
??? | şibakeyek | şibakeyin |
??? | şibakeke | şibakene / şibakeyine |
??? | şibakekê | şibakena / şibakeyinan |
Ji bonî ḧalê ne-bi-nav-kirî yê duwa carna wextê ko gotinek bi dengdêrekê xilas dibê hinek kes di nivîsandina xwe de şorbe -> "şorbeyeke" (xaniyekî, vîdyoyeke, fêkiyekî) bi dêla "şorbeke" dinivîsênin. Lê ev şikil zêde dirêj e û ne ḧewce ye, şorbeke, xanîkî, vîdyoke, fêkîkî bes in. Ji bonî ḧalê pêşî rast e -yek ḧewce ye.
Navkî şiklê xwerû ye. Li vir herî gelek çi tişt hene? Şibake hene.
Îzafe şiklê xwedîtiyê ye. Xaniyê wî xweşik e. (Ew xwediyê xanî ye û ew xanî xweşik e.)
Çemandî şiklê _____ ye.