IPA | Deng | Ḧerf | Nimûne | Me'lûmat | Di destpêka gotinan de |
---|---|---|---|---|---|
ʌː | a | rast, ax | heye | ||
ɜ | e | hev, ew | heye | ||
eː | ê | şêr, êş | kêm heye | ||
ɘ | i | diran, tişt | ɪ ẍelet e, ji bo "î"-ke kin tê bikaranîn! | nîne/kêm heye | |
ɯ | i | tirş, tirs, ziman | piştî dengên bi /ˤ/ | nîne | |
i | i(y) | çiya, ziyan, xwariye | berî "y" (Ev deng tenê di "iy"ê de heye) | ||
iː | î | sîr, îro | varyantên devokan yên IPAyê karin hebin | kêm heye | |
oː | o | roj | IPA kare ẍelet bê | nîne/kêm heye | |
ʊ | u | kur | nîne | ||
uː | û | dûr, ûr, û | gelekî kêm heye |
Ji bo arîkariyê hin ḧerfên 'erebî (bilêvkirina di xwendina Qur'anê) jî hene.
IPA | Deng | Ḧerf | Ḧerfa ferhengê | Nimûne | Me'lûmat | 'Erebî |
---|---|---|---|---|---|---|
b | b | bav, baş | ||||
bˤ | b | birçî, lebitîn, berdan, bazdan, banî | Di ḧemû devokan de nîne û di kêm gotinan de heye. | |||
d͡ʒ | c | car | ||||
t͡ʃ | ç | ç | çerm | |||
t͡ʃˤ | ç | çˤ | çˤilˤ (heywan), çˤilˤek | nav: ç-ya qelew | ||
t͡ʃʰ | ç | çʰ | çʰiya, çʰar, çʰi | nav: ç-ya hişk/req | ||
d | d | dever, dar | ||||
f | f | ferheng | ||||
ɡ | g | gêzer, gore | Ḧerfa IPAyê ji ya alfabê cuda ye | |||
h | h | heval, herî | ||||
ħ | h/ḧ | ḧ | ḧerî, ḧemû, ḧeft | ح | ||
ʒ | j | ji, ajontin | ||||
k | k | k | kirin, kin, karîn, kurmancî, kedî | |||
kˤ | k | kˤ | kˤer (guh naşuẍilin), kˤehrik | |||
kʰ | k | kʰ | kʰirîn, kʰirê, kʰaş, kʰurdî | |||
l | l | l | laş, lê | |||
lˤ | l | lˤ | welˤat, salˤ, lˤep, sˤelˤik, çˤilˤ | |||
m | m | mal, misˤilman | ||||
n | n | na, xwendin | ||||
ŋ | n(g) | ferheng, tˤeng | n hercar berî g dibe 'ŋ' | |||
p | p | p | pê, pêr, pîr, pîvaz | |||
pˤ | p | pˤ | pˤembû, pˤenîr | |||
pʰ | p | pʰ | pʰişt, pʰêş, pʰaş, pʰirs | |||
q | q | qelew, qeḧerîn | ||||
ɾ | r | xwarin | ||||
r | r | rast, rû | di destpêka gotinê de r dibe /r/, nav: r-ya hişk/req/şidandî | |||
s | s | sîr, Kurdistan | س | |||
sˤ | s | sˤ | sˤist, sˤifir, sˤed, misˤilman | ص | ||
ʃ | ş | şeş, êş | ||||
t | t | t | te, hatin | ت | ||
tˤ | t | tˤ | tˤewandin, tˤavik, tˤa | ط | ||
tʰ | t | tʰ | tʰî | |||
v | v | vir, vî, vê | ||||
w | w | wir, wext, hewa, wî, ew | ||||
ʷ | (x)w | xwarin, xwe, xwehr | w hercar piştî x dibe 'ʷ' | |||
x | x | xanî, ax | ||||
ɣ | x/ẍ | ẍ | ẍelet, ẍar, ẍemgîn | Bêhtir di gotinên ji erebî de heye. Di hinek devoka de hinek gotin bûne "x". | غ | |
j | y | ya, yê, peyivîn | ||||
z | z | zerik, zarok | ||||
zˤ | z | zêr, ziman | Hê li ferhengê nayê qeydkirin. Li ser "ziman" ne 100% im | |||
ʕ | ' | ' | 'erd, se'et, 'aqil | ع | ||
ʔ | st-ûr | Bi qasî ko ez zanim ev tenê di yek gotinê de heye. Wextê ko ev "deng" tê, yek xwe disekinînê. | ء |
Bêhtir: Dengdarên pêşketî
Di destpêka gotinan de ti carî "u" çênabê. Vê taliyê hinek gotinên nû hatine ko hinek însan bi "u" re dinivîsênin lê divê ew bi rastî bi "û" werin nivîsandin û gotin. Ji bonî nimûne, "unîversîte" û "unîforme" ẍelet in, divê bibin "ûnîversîte" û "ûnîforme".