Bi xêr hatî ferhengê! Ev nivîsar li ser bê yek çawa li ferhengê tiştan zêde dikê û piçekî li ser rêzimanê ye.
Heke te hê ḧesabekî çênekiribê, here vê lînkê.
Di vê ferhengê de em alfabeke ferehkirî dişuẍilînin ji ber ko alfaba kurmancî dengên zimanê me baş şanî nakê. Çendek derecên alfabê hene ko deng vediqetînin.
Ên herî muhîm, ḧerfên ḧ ẍ '
ne.
Divê ev ḧerf her car werine şuẍilandin. Ji ẍeynî vana, ḧerfine dî jî hene lê ew ji bonî kesên nû zêde pêşketî ne. Piştî ko te gotina xwe qeyd kir, înşellah kesekî ko zanê wê wan ḧerfan jî nivîsînê. Arîkariya mezin ko ti karê bikê, ew e ko ti dengê xwe qeyd bikê. Hingî kesên dî karin 100% zanibin ma ew gotin çawa tê gotin.
(Ji bonî agahdariya fereh, nivîsara Dengdarên pêşketî bixwîne.)
Ji bonî ko ti gotinekê çêke, pêl pişkoka kesk ya li herî banî bike.
Navê gotinê binivîsîne. Ev nav bi ḧerfên piçûk tê nivîsandin (ji ẍeynî gotinên taybet, weke Xwedê) û ḧerfên alfaba ferehkirî têne şuẍilandin.
Dûvre, sinifê gotinê bineqîne. Heke ti fêm nekê, here rûpela civata zindî û ji kesên dî bipirse. Ti çi bixwazê ti karê li wir bipirsê.
Gotinên ko bi vî şiklî: "wê sêvê" tên gotin (yanî bi "wê") mê ne.
Gotinên ko bi vî şiklî: "wî bizmarî" tên gotin (yanî bi "wî") nêr in.
"Sêva te xweşik e", heke li vê derê bi a xilas bibê, ew mê ye.
"Bizmarê te xweşik e", heke li vê derê bi ê xilas bibê, ew nêr e.
Bonî nimûne gotinên li ser keçikan (dê, keç, xuh, keçam) mê ne û gotinên li ser kurikan (bav, kur, bira, kuram) nêr in.
Heke herdû jî çêbibin, yanî: "Wê hevalê", "Wî hevalî" hingî ew dibê mê û nêr. Gotinên li ser însanan bêhtir bi vî şiklî ne. Textor, dijmin, xwedî, şuẍilker, ... .
Di 99,9% ji gotinan de ev rast e. Lê di gotinên weke av, şîr, hewa de ev ne rast e. Yanî em karin bêjin "3 sêvên min hene", lê em nikarin bêjin "3 avên min hene".
Ev ji bonî ḧeywan, geya, şînayî û elementan e. Ji bonî her ji va tişta navekî 'ilmî bi zimanê latînî heye, weke nimûne sêv dibê Malus domestica û pisîk dibê Felis catus. Ev nav karin li ser înternetê werin dîtin. (Bi îngilîzî: Scientific name). Weke bêhtirê me'lûmatan, ev me'lûmat ne ḧewce ye werê qeydkirin û ti karê li gora dilê xwe bikê.
Lêkerên pêkhatî ew in ko bi ve- ra- da- ber- der- hil- wer- vê- ro- rû- re dest pê dikin. Rakirin, razan, vekirin, werandin, hilgirtin, rûniştin, berdan, derxistin.
Lêkerên xwerû ên herî basît in. Yanî xwarin, xwestin, kirin, hiştin, guhartin, xwerandin, jimartin... Ev nikarin bi ḧerfên pêkhatiyan dest pê kin.
Lêkerên hevedudanî, 2 yan 3 gotinên ko me'neke nu çêdikin in. Yanî "bar" û "kirin" dibin "bar kirin". "Dan" û "hev" dibin "dan hev". "Bi kar anîn", "dest pê kirin", "limêj kirin"...
Program çeşîdê lêkeran ji ber xwe ve derdixê.
Di wextê derbasbûyî de, gotinên ko bi "min, te, we, wa, me" re tên gotin gerguhêz in.
Ên ko bi "ez, ti, wun/hûn, em" tên gotin ne gerguhêz in.
2 rayên lêkeran heye. Ê wext/zemanê derbasbûyî û yê wextê niha (ji bo wextê werê/bê jî ye).
Wun ne ḧewce li ser ê derbasbûyî bifikirin ji ber ko ew ji ber xwe ve ji navê gotinê tê tesbîtkirin.
Lê rayê wextê niha ḧewce ye, yanî em bi gotina "xwestin" dibêjin dixwazim, di-xwaz-im. Rayê vê gotinê -xwaz- e. Ḧemû tiştê ko bi vê gotinê di wextê niha yan wextê werê (bê) tê gotin, vî rayî bi kar tînê. Naxwazim, ko ez nexwazim, ew dixwazin, ko ji min bixwazê...
Rayên gotinên pêkhatî–ji bonî nimûne "derxistin"–taybet in, ji ẍeynî di devokên torî û behdînî de (di wan devokan de gelek pêkhatî taybetiya xwe wunda kirine lê ne eva ko nimûne ye). Nimûne: dernexe, dernexe. Rayê vê gotinê jî der-x- ye. Daketin, dadikevin = da-kev-
Nikarin werin qiyaskirin: Rengdêrên ko yan erê yan na ne, nikarin werin qiyaskirin. Yanî gotinên weke "mirî", "dagirtî", "vala", "zewicî", "biḧeml"... Yek yan mirî ye yan jî na. Tiştekî weke "mirîtir" nîne.
Karin werin qiyaskirin: Rengdêrên ko karin bêhtir yan jî biqewettir ji tiştekî dî bin, karin werin qiyaskirin. Yanî gotinên weke "xweşik", "mezin", "dûr". Yek karê bêjê "xweşiktir" û "herî xweşik".
Pêşî, dest bi me'nê bike. Me'na gotinê çi ye. Tê de girêdanên ji bonî gotinên dî jî karin hebin, wana li banî lê zêde bike. Hinek qanûnên me'nan hene ji bonî standardiyê û heke ti ẍeletiyek bikê, tê ê hişyarkirin.
Dûvre, devera (gundê, bajarê, ḧerema) ko gotin lê tê bikaranîn binivîsîne. Gelek dever karin hebin. Heke ev gotin li ḧemû deverî hebê, bonî nimûne "erê", "ez", hingî vala bihêle. Heke gund yan bajarek li programê nînbê, here vê lînkê û wî cihî qeyd bike.
Heke ev gotin tiştek e pêl "Malpera sûreta veke"/"Malpera dî veke" bike û bi îngilîzî li vî tiştî bigere. Pêl sûretî bike û lînka rûpelê ji banî kopî ke. Dûvre wê lînkê bixe ferhengê. (Hişyarî: Tenê ew malperên sûretan çêdibin.)
Heke hebê, dijme'na gotinê binivîsîne. Yanî ev gotin "baş" bê, dijme'ne "xirab" e. Reḧnik-tarî, mezin-piçûk, qelew-ze'îf.
Vêce nimûnena binivîsîne. Yanî hevok/cimleyin ko ev gotin tê de tê şuẍilandin. "Min ji xwe re xanîkî baş kirî.". Ji bîr neke li dora gotinê **
binivîsîne yanî **baş**
.
Heke te bixwe nimûnê çêkiribê, pêl "Çe'vkehnî" → "Min vê nimûne çêkir" bike. Wekî dî, çe'vkehniya cimlê bide. Heke te kitêbek neqand û ew kitêb di lêgeranê de nînbê, li vê lînkê wê kitêbê qeyd bike.
Zimanê me li gora gund û bajar tê guhartin. Ji ber ko em dixwazin zimanê xelkê qeyd bikin, em li vir şiklên gotinan jî dixwazin. Ji bonî nimûne gotina "standard" "gêzer" e, lê hinek dibêjin "gizêr". Tewandina belavbûyî ya vexwarin "vedixwim" e, lê hinek dibêjin "divexwim". Ev ḧemû weke şiklan têne qeydkirin. Divê yek devera şiklî binivîsînê.
Ji bonî tercimekirinê, navê zimanekî binivîsîne û di lîstê de pêl wî bike. Piştre tercimê binivîsîne. Yek dikarê gelek terciman binivîsînê.
Heke minasib bê, kategoriyan jî lê zêde bike. Ji bonî nimûne, "sêv" fêkiyek e. Lîsta kategoriyan li vir heye û kategorî li vê lînkê têne çêkirin.
Vêce jî pêl "Qeyd bike" bike û xilas! Gotina te hate qeydkirin. Xwedê ji te razî bê ji bonî ko ti zimanê xwe û ferhenga xelkê me pêş de dixê! Em hêvî dikin ti dev ji vî şuẍilî neqerê!