Arîkarî ji bonî kesên nû

Bi xêr hatî ferhengê! Ev meqale li ser bê yek çawa li ferhengê tiştan zêde dike û piçekî li ser rêzimanê ye.

Heke te hê ḧesabekî çênekiribe, here vê lînkê.

  1. Alfaba ferehkirî
  2. Gotin çawa têne çêkirin?
  3. Rêziman / Gramer
    1. Navdêr (noun, isim)
    2. Lêker (verb, fiil)
    3. Rengdêr (adjective, sıfat)
  4. 4. Tiştan li serê binivîsîne

Alfaba ferehkirî

Di vê ferhengê de em alfabeke ferehkirî dişuẍilînin ji ber ko alfaba kurmancî dengên zimanê me baş şanî nake. Çendek derecên alfabê hene ko deng vediqetînin.

Ên herî muhîm, ḧerfên ' ne.

Divê ev ḧerf her car werine şuẍilandin. Ji ẍeynî vana, ḧerfine dî jî hene lê ew ji bonî kesên nû zêde pêşketî ne. Piştî ko te gotina xwe qeyd kir, înşellah kesekî ko zane wê wan ḧerfan jî binivîsîne. Arîkariya mezin ko ti karî bikî, ew e ko ti dengê xwe qeyd bikî. Hingî kesên dî karin 100% zanibin ma ew gotin çawa tê gotin.

(Ji bonî me'lûmata berfereh, meqala Dengdarên pêşketî bixwîne.)

Gotin çawa têne çêkirin?

  1. Ji bonî ko ti gotinekê çêke, pêl pişkoka kesk ya li herî banî bike.

  2. Navê gotinê binivîsîne. Ev nav bi ḧerfên piçûk tê nivîsandin (ji ẍeynî gotinên xisûsî, weke Xwedê) û ḧerfên alfaba ferehkirî têne şuẍilandin.

  3. Dûvre, sinifê gotinê bineqîne. Heke ti fêm nekî, here rûpela civata zindî û ji kesên dî bipirse, ti çi bixwazî ti karî li wir bipirsî.

Rêziman / Gramer

Gotinên ko bi vî şiklî: "wê sêvê" tên gotin (yanî bi "wê") ne.

Gotinên ko bi vî şiklî: "wî bizmarî" tên gotin (yanî bi "wî") nêr in.

"Sêva te xweşik e", heke li vê derê bi a xilas bibe, ew ye.

"Bizmarê te tûj e", heke li vê derê bi ê xilas bibe, ew nêr e.

Mesela gotinên li ser keçikan (dê, keç, xuh, keçam) ne û gotinên li ser kurikan (bav, kur, bira, kuram) nêr in.

Heke herdû jî çêbin, yanî: "Wê hevalê", "Wî hevalî" hingî ew dibe mê û nêr. Gotinên li ser kesan bêhtir bi vî şiklî ne. Textor, dijmin, xwedî, şuẍilker, ... .

Di 99,9% ji gotinan de ev rast e. Lê di gotinên weke av, şîr, hewa de ev ne rast e. Yanî em karin bêjin "3 sêvên min hene", lê em nikarin bêjin "3 avên min hene".

Ev ji bonî ḧeywan, geya, şînayî û elementan e. Ji bonî her ji van tiştan navekî 'ilmî bi zimanê latînî heye, mesela "sêv" dibe Malus domestica û "pisîk" dibe Felis catus. Ev nav karin li ser înternetê werin dîtin (bi îngilîzî: Scientific name). Weke bêhtirê me'lûmatan, ev me'lûmat ne ḧewce ye were qeydkirin û ti karî li gora dilê xwe bikî.

Lêker (verb, fiil)

3 çeşîd

Programa Nevgurê çeşîdê lêkeran ji ber xwe ve derdixe, ji ber wê ev me'lûmat ne ḧewce ye were diyarkirin. Lê baş e heke ti vê zanibî ji ber ko ji bo nivîsandina rayan kare lazim be.

Lêkerên pêkhatî ew in ko bi ve, ra, da, ber, der, hil, wer, , ro, re dest pê dikin. Rakirin, razan, vekirin, werandin, hilgirtin, rûniştin, berdan, derxistin. Di gelek devokan de tewandina van xisûsî e, weke "raneke" tê gotin yanî dikeve neqeba pêşpirtika lêkerî û lêkera xwerû.

Lêkerên xwerû ên herî basît in. Yanî xwarin, xwestin, kirin, hiştin, guhartin, xwerandin, jimartin... Ev nikarin bi ḧerfên pêkhatiyan dest pê kin.

Lêkerên hevedudanî, 2 yan 3 gotin in ko me'neke nu çêdikin. Yanî "bar" û "kirin" dibe "bar kirin". "Dan" û "hev" dibe "dan hev". "Dest pê kirin", "jê birin", "limêj kirin"...

Gerguhêzî

Di wextê derbasbûyî de, gotinên ko bi "min, te, wî, wê, vî, vê, wan, we, me" re tên gotin gerguhêz in.

Ên ko bi "ez, ti, ew, ev, hûn/win, em" tên gotin negerguhêz in.

Ra (bi gotineke rasttir: qurm)

2 rayên lêkeran heye. Ê wext/zemanê derbasbûyî û yê wextê niha (ji bo wextê were/bê jî ye).

Win ne ḧewce ne li ser ê derbasbûyî bifikirin ji ber ko ew ji ber xwe ve ji navê gotinê tê tesbîtkirin.

Lê rayê wextê niha ḧewce ye, yanî em bi gotina "xwestin" dibêjin dixwazim, di-xwaz-im. Rayê vê gotinê -xwaz- e. Ḧemû tiştê ko bi vê gotinê di wextê niha yan wextê were/bê tê gotin, vî rayî bi kar tîne. Naxwazim, ko ez nexwazim, ew dixwazin, ko ji min bixwaze...

Rayên gotinên pêkhatî–ji bonî nimûne "derxistin"–xisûsî ne, ji ẍeynî di devokên torî û behdînî de (di wan devokan de gelek pêkhatî xisûsiyeta xwe winda kirine lê ev nimûne îstîsnayek e). Nimûne: dernexe, dernexe. Rayê vê gotinê jî der-x- ye. Daketin, dadikevin = da-kev-

Rengdêr (adjective, sıfat)

Qiyaskirin

Nikarin werin qiyaskirin: Rengdêrên ko yan ḧalê wan yan "rast/erê" yan "ne rastî/na" ye, nikarin werin qiyaskirin. Yanî gotinên weke "mirî", "dagirtî", "vala", "zewicî", "biḧeml"... Yek yan mirî ye yan jî na. Tiştekî weke "mirîtir" nîne.

Karin werin qiyaskirin: Rengdêrên ko karin bêhtir yan jî biqewettir ji tiştekî dî bin, karin werin qiyaskirin. Yanî gotinên weke "xweşik", "mezin", "dûr". Yek karê bêjê "xweşiktir" û "herî xweşik".

4. Tiştan li serê binivîsîne

Pêşî, dest bi me'nê bike. Me'na gotinê çi ye, bide fêmkirin. Tê de lînkên (girêdanên) gotinên dî jî karin hebin, wana li xwarê lê zêde bike heke ti bixwazî. Hinek qaydên me'nan hene ji bonî standardiyê û heke ti ẍeletiyek bikê, tê ê hişyarkirin.

Dûvre, devera (gundê, bajarê, ḧerema) ko ew gotin lê tê bikaranîn binivîsîne. Gelek dever karin hebin. Heke ev gotin li ḧemû deverî hebê, mesela "erê", "ez", hingî vala bihêle. Heke gund yan bajarek li programê nînbe, here vê lînkê û wî qeyd bike.

Heke ev gotin tiştek (firaẍek, objektek, mexlûqek, organîzmek) be pêl "Malpera sûreta veke"/"Malpera dî veke" bike û bi îngilîzî lê bigere. Pêl sûret bike û lînka rûpelê ji cihê adresê yê browserê (li banî) kopî ke. Dûvre wê lînkê bixe ferhengê. (Hişyarî: Tenê ew malperên sûretan çêdibin.)

Heke hebe, dijme'na gotinê binivîsîne. Yanî ev gotin "baş" be, dijme'ne "xirab" e. Reḧnik-tarî, mezin-piçûk, qelew-ze'îf.

Vêce nimûnena binivîsîne. Yanî cimlenin ko ev gotin tê de tê şuẍilandin. "Min ji xwe re xanîkî baş kirî.". Ji bîr neke li dora gotinê ** binivîsîne yanî **baş**. Heke te bixwe nimûnê çêkiribê, pêl "Çe'vkehnî" → "Min ev nimûne çêkir" bike. Wekî dî, çe'vkehniya cimlê bide. Heke te "Kitêb" neqand û ew kitêb di lêgeranê de nînbe, li vê lînkê wê kitêbê qeyd bike.

Zimanê me li gora gund û bajar tê guhartin. Ji ber ko em dixwazin zimanê xelkê qeyd bikin, em li vir şiklên gotinan jî dixwazin. Ji bonî nimûne gotina "standard" "gêzer" e, lê hinek dibêjin "gizêr". Tewandina belavbûyî ya vexwarin "vedixwim" e, lê hinek dibêjin "divexwim". Ev ḧemû weke şiklan têne qeydkirin. Divê yek devera şikilan binivîsîne.

Ji bonî tercimekirinê, navê zimanekî binivîsîne û di lîstê de pêlê bike. Piştre tercimê binivîsîne. Yek kare gelek terciman binivîsîne.

Heke minasib be, kategoriyan jî lê zêde bike. Mesela, "sêv" fêkiyek e. Lîsta kategoriyan li vir heye û kategorî li vê lînkê têne çêkirin.

Ez zanim, ev nivîs hinekî dirêj e, lê piştî ko yek 'elimî, ev şuẍul gelekî reḧet e.

Vêce jî pêl "Qeyd bike" bike û xilas! Gotina te hate qeydkirin. Xwedê ji te razî bê ji bonî ko ti zimanê xwe û ferhenga xelkê me bi pêş dixe! Em hêvî dikin ti zûbizû dev ji vî şuẍilî neqere!

Herî talî 22:43, 28 gulanê 2025 hate guhartin.