Di kurmancî de yekîtî di nava navên sinifên kelîman de nîne. Em karin qiyas bikin:
| | noun | verb | adjective | adverb | pronoun | adposition | conjunction | interjection | (jêder) |
| Hawar | navdêr | lêker | rengdêr | hoker | pronav | daçek | gihanek | baneşan | Hawar |
| SZK | navdêr | kar | hevalnav | hevalkar | cihnav | daçek | gihanek | bang | Îshaq Baravî |
| Başûr (behd. kevn? 1999) | ? | kar, kirin | hevalnav | hevalkar | ? | nîşan, bernav | amrazê lêkdanê | ? | ¹ |
| Başûr (behd.) | nav | ferman | hevalnav | hevalkar | cihnav | amrazê peywendî | amrazê pêgvegir | amrazê şaş û ḧêbetiyê | lînk |
| Weqfa Mezo. (2019) | navdêr | lêker | rengdêr | hoker | cihnav | daçek | gihanek | baneşan | "Rêbera Rastnivîsînê" |
| Weqfa Mezo. (2026) | navdêr | kar | hevalnav | ? | ? | ? | ? | ? | nlpkurdi[.]com |
| dîtir (kom) | | | | | cînavk, cînav | | girêdek | | |
| Klasîk | îsm | fi'l | sifet | zerf | zemîr | ? | ? | ? | Mela 'Elî Teremaxî, Mela Yûnis |
¹ "Rêzimanên kurdî û termînolojiya wan ya zimannasiyê", Îbrahîm Seydo Aydogan
Bi ya min te'bên modern gelekî zirarê dane kurmancî--ne ev mesele jî be--bi çêkirina hezaran kelîmên nû ko jixwe bi navekî dî hebûn tevlîhevî çêdikin û 'elimîn û fêmkirina zimên zeḧmet dikin (
meqaleke kevn li ser vê). Ji ber wê pişta min bi wan ne rast e, û ez bêhtir qedr didime klasîkan.
Ez bahwer im cihnav li gora "dariştinê" ẍelet e: di kurmancî de kêm caran nav bi pevekirina 2 navan tên çêkirin. Hinek hene mesela mêşhingiv (lê em bixwe dibêjin mêşa hingiv) û wî çaxî kelîma pêşî dibe îzafa ya 2an. Di hinek kelîmên ji 'erebî de jî tê dîtin: melkemot (melekê mewtê). Naxwe li gora vê sîstema heyî rayê "cihnav"ê divê "cihê navî/nêv/nav" bûba, lê em zanin ne ew e. Jêdera wê "tiştê cihê (dewsa) nav(î) digire" ye.
Û hevalkar jî navekî 'ecêb e, ji ber ko zerf ne tenê beḧsa "kar"an dikin, zerf karin ji bo sifetan û zerfên dî jî bin. Belkî yek meraq bike çima bi îngilîzî adverb e, ew ji ber ko verb di wir de ji "verbum" yanî "kelîme" ye, ne fi'l e.
Ji min re ên herî biqedr ên pêşiyên me ne, 'alimên me yên berê pêşî çawa beḧsa gramerê bi kurmancî kiribûn ji min re gelekî biqedr e. Lê bi ya min "nav" ji "îsm" bêhtir minasib e.
Lê heke ev problemek/zeḧmetiyek be, ez karim belkî 'eyarekê çêkim ji bo hilbijartina navên xwestî.