Heke gelekî dirêj bibin ber meqaleyek ji bo wan were çêkirin.
Danîn û hiştin. Ji ber ko danîn bi -în xilas dibê, em zanin bê rayê wextê çûyî dibê -danî-. Hiştin jî bi -in xilas dibê yanî -hişt-. Rayê wextê niha -dên- û -hêl- e. Lê di hin devokan de rayê wextê çûyî bi yekî weke yê niha re hatiye guhartin. Kesin ji wextê çûyî yê danîn re dibêjin -dêna- weke "min dêna wir". Ez nizanim ma lêkera netewandî li gora wan dibê "danîn" yan "dênan". Di behdînî de jî hiştin bûye hêlan, wextê niha weke xwe maye lê yê çûyî bûye -hêla- yanî "min hêla". Yek dibînê bê di van lêkeran de rayê wextê çûyî carna ji yê niha re û lêzêdekirina "a" çêdibê.
| ya mi ye | ya min e |
| - | ê min in |
| mi dixwest | min dixwest |
| mi anî | min anî |
"Mi" bi gelejmarî re naşuẍilê ji ber ko hingî yek nizanê ma "ê mi ne" yan "ê min e" tê gotin. Ya "ḧeqîqî" min e ji ber ko di zimanên nas de jî wilo ye. Ji ber ko gelekî tê bikaranîn hatiye kinkirin lê şiklê "mi" di zimanê şteẍaliyê de ye, di zimanê nivîskî de "min" divê.
Wextê ko ji 'erebî hatine û bûne lêker, ew dengdêra talî bûye "i", lê navdêr weke xwe maye. Lêker wilo çêbûne ji ber ko bilêvkirina wan hêsanîtir e.
Nivîsîna înglîzî bêqanûn e, yek ti carî tenê ji xwendinê nikare 100% zanibe ma tiştek çawa tê gotin. "YouTube" bi e re xilas dibê lê weke "yûtûb" tê xwendin. Vêce em li gora nivîsandina îngilîzî ("youtubeê") yan jî nivîsandina hinek kesan ("youtubeyê") herin? Ez dibêjim ne yek jî. Ber ew "e" bi "ê" re were guhartin yanî "YouTubê". Bi vî şiklî xwendin jî rast dibe û nivîsandin jî. "Google" → "Li Googlê bigere".
Di kurmancî de 4 şikil hene ji bonî biqewetkirina me'nê. Şiklê 2a mecazî ye. Şiklê 3a jî gotineke kinkirî û guhartî ko bi "p" xilas dibê pê ve dike. Bi şiklê 4a kelîme dîse tê gotin lê bi "m" dest pê dike.