Ji bonî ferhengoka sinifên gotinan, li vir meyzînin.
Komeke gotin/kelîman. "Ez li vir im" cimleyek e.
Cinsê kelîmê. Mesela kelîma "sêv" mê ye ji ber ko yek dibêje "sêva min". Kelîma "çente" nêr e ji ber ko yek dibêje "çentê min".
Cihê ko tiştek jê hatiye. Heke yek nimûnekê ji kitêbekê bîne, hingî ew kitêb dibe çe'vkehniya nimûnê.
Gotineke ko me'na wê dijî yeke dî ye. Rast ≠ ẍelet, baş ≠ xirab, dirêj ≠ kin.
Me'lûmata li ser çêbûn û jêdera gotinan.
Ferhengeke piçûk. Gelek caran ferhengok li ser yek meselê têne çêkirin. Mesela, ferhengoka 'ilmê ziman, ferhengoka li ser dîn.
Bêhtir ji yek. Sêva min = yekejmar, Sêvên min = gelejmar.
Gotin, peyv, kelîme, xeber. Qeta herî piçûk ya cimlekê.
Gotineke ko me'na wê 'eynî weke yeke dî ye. Şteẍilîn, axiftin, peyivîn, qise kirin, xeber dan hevme'ne ne.
Ma tiştek çi ye. Me'na "xweşik" karê weke "baş xuya dike" were gotin.
Nivîseke ne zêde kin ko bêhtirê caran li ser tenê tiştekî yan meselekê beḧs dike.
Qeta serekî ya kelîmekê (xaseten fi'lekê) ko pêşqertaf û paşqertaf pê ve dibin ji bo tewandinê. Di kurmancî de 2 qurmên fi'lan hene: yê wextê derbasbûyî û yê wextê nederbasbûyî (wextê niha û yê were, qurmê wan yek e).
Tenê yek. Sêva min = yekejmar, Sêvên min = gelejmar.