AI (îngilîzî: artificial intelligence), sîstemine pêşketî ne ko ji bo karên zeḧmet karin werin bikaranîn. Bi riya ko yek modeleke AIyê bi riya gelek data û netîcên şuẍilpêkirina wê datayê bide AIyê bi'elimîne, ew AI piştre kare ji bo datayên nû ko berî hingî nedîtibû jî netîcan bide. Ev beyankirin gelekî hêsankirî ye, lê mesela heke gelek qeydiyên dengan û nivîs/tekst/metinê wan ji AIyê re were dan, piştre ew AI kare qeydiyên dî yên dengan jî bixe nivîs.
Ji ber ko materyalên kurmancî ne bi qasî zimanên dî zêde ne û ji ber ko zêde şuẍilê teknîkî li ser zimanê me nehatiye kirin zêde piştevanî ji bo zimanê me di sîstemên halo de nîne lê hinek tişt hatine çêkirin û gelek fêde ji wan karin werin standin.
Li vê derê lîsteke van teknolojiyan heye û nêteke min (xwediyê websîtê) heye ko hinek programên ko van modelên heyî bi pêş bixin çêkim.
Yek ji tiştên pêşî ko hatin çêkirin jî xizmetên tercimê ne. Di serî de Googlê li xizmeta xwe kurmancî lê zêde kir lê xizmeta wan bi rastî jî bi kêr nedihat û hê jî ne wilqasî baş e. Piştre xizmeta Microsoft Translator (Bing) vebû û di serî de ew jî biproblem bû lê vêce çêtir bûye. Çiqasî carna xeberên 'ecêb jî bi kar bîne, ji bo nivîseke pêşî bi kêr tê. Talî jî sîstemeke vekirî (lê ne azad ji bo ticaretê) ji Metayê hate derxistin, û xisûsiyeta wê jî ew e ko însan kare ji xwe re daxe û bê înternet jî bi kar bînê. Modela Metayê--navê wê NLLB ye--ji Google Translatê çêtir e lê ji Microsoft Translatorê ne çêtir e.
Li gora dereca bikêrhatinê hatine rêzkirin:
Language identification (LID).
Ji bo ko ji nivîsek were fêmkirin ma ew kîjan ziman e jî modeleke Metayê heye. Bi modela tercimê ya NLLByê re modeleke tesbîtkirina ziman jî nivîs jî hat.
Wekî dî, modeleke Metayê ji bo tesbîtkirina ziman ji qeydiyên dengan jî heye. Ew jî qeteke MMSê ye.
Automatic speech recognition (ASR).
Meta modeleke AIyê ko kare qeydiyên dengan bixe nivîs jî çêkiriye. Navê wê modelê MMS e, Massively Multilingual Speech. Ew model jî weke NLLByê vekirî ye (lê ne azad ji bo ticaretê) û bi kêr tê. Hinek problemên piçûk hene, carna xeberan peve dinivîsîne û carna jî wan jev vediqetîne lê ew weke nivîseke pêşî gelekî bi kêr tê.
Text-to-speech (TTS).
Modela Metayê ya MMSyê ev tişt jî dike lê zêde bi kêr nayê.
Part-of-speech analysis.
Ji bo tesbîtkirina gotinên di cimlekê de muhîm e yek zanibe ma kîjan sinif in, di nav sebebên dî de, ji ber ko ji bo nimûne navek (navdêrek) û fi'lek karin weke hev werin nivîsandin (mesela, xwarin).