Ji bonî ko materyalên bi kurmancî li cihekî werine komkirin divê programek ji bonî wê werê çêkirin. Di serî de tiştên ko dixwazim werin qeydkirin kitêb, dosya û meqalên dosyayî ne. Tiştine dî jî hene (li taliya vê meqalê).
Ji bonî vê divê yek dêhnê xwe bide ḧeqê telîfê (copyright) û bihêle ko xwediyê materyalan (nivîsevan yan neşirxane) daxistina materyalên xwe red bikin (materyalên baş ti carî nayên jêbirin, tenê wê daxistin ê redkirin).
Despêkeke piçûk ji bonî mesela kitêban:
Kitêb
Me'lûmat
(Nivîs) Navê kitêbê
(Nivîs) Li ser kitêbê
(Kes[]) Nivîsevan/nivîskar
(Kes[]) Ḧazirker
(Kes[]) Nivîskarê pêşgotinê
Ziman (bêhtir ji 1 çêdibe) û belkî devok (torî, behdînî, ... weke qertafên li koda zimên)
Serkaniya dosyê (URL, însan, yek bixwe), tarîxa peydekirinê
Dosya: Sûret
Ebad
Tarîxa girtinê/kişandinê
Formata orjînal: qaẍet yan dijîtal, û me'lûmatên skankirinê (scanning)
Serkaniya dosyê (URL, însan, yek bixwe)
Dosya: Plain text format
Formateke standard ko tê de tenê nivîs û belkî piçekî formatting jî (qalin, xwehr, ...) heye ji bo xwendina dijîtal (PDF dijîtal in, lê formata wan li gora qaẍetan hatiye çêkirin). Guhertina alfabê jî li vir çêdibê. Piçekî weke VejinBooks.
Kitêbê xwendin
Kitêbê daxistin
Lêgerihan
Bi nav
Bi nivîsevan/nivîskar
Bi nivîs
Bi kelîmên di nav kitêbê de (weke "Bi nivîs" lê xaseten ji bo kelîman, yanî şiklên tewandî jî wê bibîne)
Bi tarîxa neşirê
Însan divê karibin bixwe jî kitêban lê zêde bikin
Ji bonî kitêbên heyî guhertinan teklîf bikin
Redkirina daxistinê / Divê li gora ḧeqê telîfê here û ḧeta ko ev tişt nehatibe tesbîtkirin divê dosya nikaribin werin daxistin
Nivîsandina fikirên xwe li ser kitêbê?
Lînkên derve ji bo kîtaban (lînka kirînê, analîz, fikrên kesekî li ser kîtabê, me'lûmat - mesela Wîkîpediya)
Rast e, lê gelek kêmasiyên wê hene û ev fikir bêhtir pêşketî e.
Kêmasî:
Malper gelekî kevn e û di telefonan de baş xuya nakê.
Dataya tê de nikare were daxistin. Rast e, bêhtirê PDFên wê karin werin daxistin lê sîstemek nîne ji bonî ko me'lûmatên kitêb û tiştên dî werin daxistin.
Di hinek PDFan de reklama xwe kirine, di her rûpelî de navê enstîtuyê derdikeve (Ev bixwe ne problemek e lê nivîsa wan li ser nivîsa kitêban e. Divê reklama wan li kevîkê ba).
Ji ẍeynî şuẍilkerên wan kesek nikare kitêb û tiştên dî lê zêde bike.
Ev gelekî muhîm e ji bonî ko arşîv mezin bibe.
Lînk û malper lê nayên qeydkirin. Gelek materyalên kurmancî yên dijîtal hene ko rîsk heye winda bibin ji ber ko kesî arşîv nekiriye û cihê ko lê ne zêde guh nadine (malper karin werin girtin jî).
Şîveyên kurdî nayên veqetandin di lêgerihanê de.
Lêgerihana wê ne zêde pêşketî ye. Yek nikare bi xeberên di nav kitêban de li tiştan bigere.
Timamê arşîvê nikare were daxistin (û şiklekî qenc formatkirî jî nîne).
Ez bahwer im li kitêbxana wan ji ẍeynî kitêban medayaya dî jî heye (deng?, vîdyo?, sûret?, cerîde, kovar)
Ev jî rast e, û kurdîpêdiya ji aliyê ko bêhtir kes karin wê bi pêş bixin baştir e lê dîse jî kêmasiyên we ne kêm in:
Malper gelekî hêdî ye, carina 30 saniye diçê ḧeta ko rûpel vedibin, û wextê ko wilo hêdî ye ne mimkin e yek malperê bi kar bîne.
Ev tişt jî şibhê dide yekî bê ḧalê malperê ne baş e û belkî were girtin.
Malper bi programeke kevn û 'ecêb hatiye çêkirin û ji ber wê ne reḧet e yek wê bişuẍilîne
Zimanê malperê yê kurmancî ne baş hatiye qeydkirin û gelek xeberên soranî tê de hene.
(Ji kitêbxana enstîtuyê xirabtir,) timamê dataya vê malperê hîç jî nikare di derbekê de were daxistin ji bonî arşîvkirinê. Malper hêdî ye û bi programeke kevn û 'ecêb hatiye çêkirin.
Ji ẍeynî arşîvkirina kitêb û dosyayan, gelek tiştên dî karin werin arşîvkirin:
qeydkirinên dengan (weke çîrok, civîn yan jî hevpeyvîn)
vîdyo û sûret
lînkên ko bi kêr tên + arşîvkirina wan
meqaleyên li ser zimên ên ko li webê hatine neşirkirin (ên ko ne dosya ne) (Heke bi zimanekî ẍerîb bin, karin werin tercimekirin jî. Tercime ne ḧewce ye bi kurmancî be.)
Bêhtir me'lûmat:
Malper û lînk, arşîvkirî
Kategorî/tag: lêkolan, derz, gotûbêj, tarîx, xeberên li ser ziman, malperên ko bi kêr tên, koma nivîsandinê...
"xeberên mifteyî" (keywords)
Dar
Ji bo vê hedefê çêtir e programeke heyî were şuẍulandin bedêla çêkirina yeke nû. Ji bo tenê arşîvkirin, ArchiveBox heye û ji bo qeydkirin û komkirina lînkan li gel arşîvkirina rûpelan programên weke Linkwarden hene.
Kovar
Cerîde (qeste / qezete)
Deng û vîdyo
Sûret (Di kitêbxanê de jixwe sûret hene lê ew tenê sûretên kitêban in)
Fikrekî dî jî cihekî komkirina metinan e. Metinên tarîxî ên kurmancî hene û di nav kîtaban de carina tên neşirkirin, wê baş bûba heke ew ḧemû bi formateke standard li cihekî hatiban qeydkirin tevî tercimekirina otomatîk ji bo elfabê. Ev weke projeya "VejînBooks"ê ye, lê bi îmkana daxistina her tiştî û roleke mestir ji bo kurmancî (VejînBooks bêhtir tiştên soranî qeyd dike).
Herî talî 09:56, 23 çêla pêşiyê 2025 hate guhartin.