Meqaleke 'eleqedar: Fêdên ferhengan (teknîkî)
NLP: Natural Language Processing yanî şuẍilpêkirina zimanên tebî'î.
Min çi alet û program ji bo di kompîteran de şuẍilpêkirina kurmancî çêkirine?
Tewandina fi'l. Yek qurm (ra), wext, kes û şikil diyar dike û program wê fi'lê ditewîne. Fi'la manê, qurmê wê -ma- ye. Bi wextê çûyî-berdewam, kesê ez, dibe "dimam".
Derxistina fi'lan ji tewandinê. Me'lûmatên li ser tewandinê ḧesab dike, qurmê wê derdixe û heke wextê çûyî be bi rastîke 100% gotinê jî derdixe. Ji bonî tewandinên wextê niha yan wextê were (ê bê) divê yek bixwe qurmên gotinan qeyd bike deqena fêm bike ka kîjan gotin e.
Tesbîtkirina çeşîdê fi'lê. Fêm dike ma gotinên weke "dan, xwestin, lê dan, vekirin" kîjan çeşîd in (sade, hevedudanî, pêkhatî).
Gotinên reqeman. Ev program reqemên weke 4.001.500 dixe "çar milyon û hezar û pênsed" û bi rexê dî de gotinê dixe reqem. 'Eyarkirina wê ji bonî devokên dî gelekî hêsanî ye.
Qiyaskirina sifetan. Ne tiştekî pêşketî ye, "xweşik" dixe "xweşiktir" yan "herî xweşik" û kare vegerîne.
Guhartina devokê. Ev hê di şiklekî gelekî hêsanî de ye û kare devokan piçekî biguhere û bixe devokeke dî.
Ev jî ne tam NLP ne.
Nivîsa bi alfaba ferehkirî xistin IPA.
IPA xistin alfaba ferehkirî.
Guhartina di neqeba alfabên kurdî (latînî, erebî, klasîk, kirîlî, latîniya yekîtiya Sovyetê)).