Tiştên tê de
Ji ẍeynî tiştên hişkere, di vê ferhengê de gelek tiştên dî hene. Va ne tiştên herî xweş:
Ji bonî xwendevanan:
- Navê gotinan bi ḧemû dengên di kurmancî de tê nivîsandin, yek bi şiklekî rast û xweş wan di'elime.
- Me'lûmatên zêde li ser gotinan hene. Heke yek bixwazê gotineke nû bi'elimê, tiştên weke cins, gerguhêzî, qurmê lêkerê, xisûsiyetên tewandinê mecbûrî ne, û me li vir ew qeyd kirine.
- Sûretek ji bonî hema bêje her gotina ko tiştek e heye.
- Me'na gotinê bi kurmancî û gelek zimanan heye.
- Qeydiya deng ji bo hinek gotinan heye.
- Gelek meqalên li ser ziman hene.
- û gelek tiştên dî...
Ji bonî ferhengçêkeran (ḧemû ên "ji bonî xwendevanan" jî tê de):
- Lêzêdekirina sûret gelekî reḧet e.
- Qeydkirina deng hêsanî ye.
- Girêdana hevme'nan (gotinên bi 'eynî me'neyî) gelekî hêsanî ye.
- Nivîsandina şiklên gotinan mimkin e.
- Rûpela guhartinê baş tê fêmkirin.
- Hêsanî ye yek çe'vkehnî bide ji bo nimûnan yan jî terciman.
- û gelek tiştên dî...