Têdeyî
Ji ẍeynî tiştên hişkere, di vê ferhengê de gelek tişt hene. Vane tiştên herî xweş:
Ji bonî xwendevanan:
- Navê gotinan bi ḧemû dengên di kurmancî de tê nivîsandin, yek bi şiklekî rast û xweş wan di'elimê.
- Me'lûmatên zêde li ser gotinan hene. Heke yek bixwazê gotineke nû bi'elimê, tiştên weke cins, gerguhêzî, rayê lêkerê, xisûsiyetên tewandinê mecbûrî ne, û me li vir wana qeyd kiriye.
- Sûretek ji bonî hema bêje her gotinî heye.
- Me'na gotinê bi kurmancî û gelek zimanan heye.
- Dengê hinek gotinan heye.
- Gelek meqalên li ser ziman hene.
- û gelek tiştên dî...
Ji bonî ferhengsazan (ḧemû ên "ji bonî xwendevanan" jî tê de):
- Lêzêdekirina sûret gelekî reḧet e.
- Qeydkirina deng hêsanî ye.
- Girêdana hevme'nan (gotinên bi 'eynî me'neyî) gelekî hêsanî ye.
- Nivîsandina şiklên gotinan mimkin e.
- Rûpela guhartinê tê fêmkirin.
- Hêsanî ye yek çe'vkehnî bidê.
- û gelek tiştên dî...