Qayde

  1. Gotinên ko win baş nizanin lê zêde nekin

    • Tenê ko win me'na wê 100% zanibin lê zêde bikin
  2. Bi alfaba ferehkirî navê gotinan binivîsînin

    • Heke win nizanibin, kategoriya "Kontrola dengên nav" lê zêde bikin û bi xêra xwe dengê xwe qeyd bikin ji bo ko em zanibin ma dengê gotine çawa ye
  3. Gotinên çêkirî lê zêde nekin

    • Gotinên ko ji qest ji însanan hatine çêkirin ji bo ko bixin dewsa gotinên heyî û berbelav, û ko di nav xelkê de nayên bikaranîn
    • Heke ew gotina çêkirî ji bo tiştekî ko berê di kurmancî de nînbû hatiye çêkirin, tê qebûlkirin
  4. Hercar dever yan devok binivîsînin

    • Ji ẍeynî gotinên ko gelekî belavbûyî ne (erê, na, roj, şev..).
  5. Gotinên ne kurmancî weke kurmancî lê zêde nekin

    • Gotinên ko bi zimanên dî ne û di zimanê me de jixwe hene û tên bikaranîn
    • Gotinên ko ji ber nezanîna gotinên kurmancî tên bikaranîn
    • Heke gelekî werin bikaranîn û bi rastî bûbin ji zimanê me, hingî ew kurmancî ne
  6. Ne lazim e win hezar tercime ji bo gotinekê qeyd bikin

    • Ne ḧewce ye 20 tercimên gotina "baş" bi îngilîzî. Di-sêkek bes in, heke gelek me'nên wan hebin belkî bêhtir lê kêm caran bêhtir ji 5 minasib in. Tercimên îdyomî tenê ji bonî gotinên îdyomî bi kar bînin.

Herî talî 00:22, 15 gulanê 2025 hate guhartin.