Nav

Nav (yan jî navdêr) ew kelîme ne ko li ser nav, tişt û kesan in.

Ji bo navan 2 cins hene, û ji bo navina yek kare herdûkan jî bişuẍulîne.

Cins

Cinsê mê

Bêhtirê gotinan bi vî cinsî ne.

Cinsê nêr

Kelîmên li ser tiştan, qaydeyek nîne li ser cinsê wan. Lê wextê ko beḧs li ser kurik/zilam/mêran be, ew kelîme nêr in. Mesela "bav", "bira", "kuram" û bêhtir.

Cinsê mê û nêr

Navên ko karin bo herdû cinsan werin şuẍulandin bêhtirê caran navên li ser şexs/kesan in. Ji ber ko di gelek ji wan navan de tiştekî 'eleqedarî cins nîne, ev bi tewandinên kelîmê tê dîtin. Mesela hevalek kare herdû cins be, lê diyek kare tenê yek cins be.

Îmkana jimartinê

Ji ẍeynî cins, xisûsiyeteke dî yî navan heye. Hin nav karin werin jimartin û hin jî nikarin.

Karin werin jimartin: Yek sêv, do sêv, sê sêv, ...

Nikarin werin jimartin: Av, ard, şîr, ...

Tewandin

Tewandin li gora reqem, cins, xwedî û diyarkirin/binavkirinê tê guhartin.

Mal (mê)

BINAVKIRÎ / DIYARKIRÎ

kasusyekgelek
navkîmalmal
îzafemalamalên
çemandîmalêmalan
bakirinmalomalino

NEBINAVKIRÎ / NEDIYARKIRÎ

kasusyekhinek (paucal)
navkîmalekmalin
îzafemalekemaline
çemandîmalekêmalina(n)

Xanî (nêr)

BINAVKIRÎ

kasusyekgelek
navkîxanîxanî
îzafexaniyêxaniyên
çemandîxanîxaniyan
bakirinxaniyoxanîno / xaniyino

NEBINAVKIRÎ / NE DIYAR

kasusyekhinek (paucal)
navkîxaniyekxaniyin / xanînin
îzafexanîkî / xaniyekîxanîne / xaniyine
çemandîxanîkî / xaniyekîxanîna(n) / xaniyinan

Kevir (nêr)

BINAVKIRÎ / DIYAR

kasusyekgelek
navkîkevirkevir
îzafekevirêkevirên
çemandîkevirîkeviran
bakirinkevirokevirino

NEBINAVKIRÎ / NE DIYAR

kasusyekhinek (paucal)
navkîkevirekkevirin
îzafekevirekîkevirine
çemandîkevirekîkevirina / kevirinan

Heval (mê û nêr)

BINAVKIRÎ / DIYAR

kasusmê (yek)nêr (yek)mê û nêr (gelek)
navkîhevalhevalheval
îzafehevalahevalêhevalên
çemandîhevalêhevalîhevalan
bakirinhevalêhevalohevalino

NEBINAVKIRÎ / NE DIYAR

kasusmê (yek)nêr (yek)mê û nêr (hinek (paucal))
navkîhevalekhevalekhevalin
îzafehevalekehevalekîhevaline
çemandîhevalekêhevalekîhevalina(n)

Şibake (mê)

BINAVKIRÎ / DIYAR

kasusyekgelek
navkîşibakeşibake
îzafeşibaka / şibakeyaşibakên / şibakeyên
çemandîşibakê / şibakeyêşibakan / şibakeyan
bakirin şibakeno

NEBINAVKIRÎ / NE DIYAR

kasusyekhinek
navkîşibakeyek / xanîkekşibakeyin / şibakenin
îzafeşibakekeşibakene / şibakeyine
çemandîşibakekêşibakena(n) / şibakeyinan

Ji bonî ḧalê ne-bi-nav-kirî yê duwa carna wextê ko gotinek bi vokalekê xilas dibe hinek kes di nivîsandina xwe de şorbe -> "şorbeyeke" (xaniyekî, vîdyoyeke, fêkiyekî) bedêla "şorbeke" dinivîsînin. Lê ev şikil zêde dirêj e û ne ḧewce ye, şorbeke, xanîkî, vîdyoke, fêkîkî bes in. Ji bonî ḧalê pêşî rast e -yek ḧewce ye.


Navkî şiklê sade ye. Li vir derî yan şibake tên firoştin? Şibake. (derî û şibake li vir navkî ne)

Îzafe şiklê xwedîtiyê ye. Xaniyê wî xweşik e. (Ew xwediyê xanî ye û ew xanî xweşik e.)

Çemandî şiklê _____ ye.

Navên hevedudanî ên weke "firça diranan", "mêşa hingiv", "bacana sor" in.

Ferhengok

KurmancîÎngilîzî
navkînominative
îzafeconstruct/ezafe
çemandîoblique
bakirinvocative
binavkirîdefinite
nebinavkirîindefinite
Herî talî 20:07, 12 adarê 2026 hate guhartin.