Xirakirina ziman

Dev ji gotinên ko ji bonî guhartina gotineke ko jixwe heye hatine çêkirin berdin.

Gelek caran min xwendiye wextê ko kesin dibêjin "pirtûk kurmancî ye, kitêb 'erebî ye". Ev ẍelet e.

Heke hûn piçekî, gelekî kêm–tenê xwendin jî bes e–'erebî zanibin win ê zanibin ko dengê "ê" di erebî de nîne. Rast e ev gotin ji 'erebî hatiye lê dûvre bûye kurmancî. Heke win ji vê re bêjin ne kurmancî, naxwe divê win gelek gelek tiştên dî jî biguhêrin yan jî jê bibin. Heya we nîne bê çend gotinên 'erebî ketine nava kurmancî. Ev ne tiştekî xirab e, di ḧemû zimanan de heye.

Em bi zimanine nêzîkî kurmancî (ji ẍeynî 'erebî û ûrdûyî, ew ne nezîk in) re qiyas bikin hûn ê bînin ko ev ji normal pê ve ne tiştek e.

Lîsta gotinan bi zimananÇe'vkehnî
kurmancînimûneme'neẍelet(wext)se'etdeqesaniyekitêbḧeywanqelemez
farisînimuneme'neẍelet:(vaxt)se'etdeqîqesaniyekitabheyvan google tercime
belûçînemunahmana???(wehd)sahet(nedît)(nedît)kitabheywankelem1
erebî---me'neẍelet:(weqt)sa'edeqîqesanekîtabḧeywanqelemgoogle tercime
peştûyî---me'nîẍelet:(wext)se'etdeqîqesaniyekitab---qelemgoogle tercime
ûrdûyî---me'nîẍelet:(weqt)---------kîtab---qelemgoogle tercime

Gotina dem=wext ne çêkirî ye. "Ajal" bi rastî ne "ḧeywan" e lê ji hinek kes me'na wê guhertine. Ez hê jî di vê qiyaskirinê de wan şanî dikim deqena wun bibînin ko nêzîktî hene.

Yên --- ne 'eynî ne.

Di neqeba wiqas zimanan de hema bêje weke hev. Bêhtirê van zimanan standardkirî ne û heke xirabî yan ẍeletî bi van gotinan heban wê çima hiştiban? Ti ẍeletî nînin bi wan re.

Ez bahwer im ji ber guhartinên di soranî de (ji hinek soranan, ne ḧemû), kurmancin jî dixwazin zimanê xwe biguherin lê em ne ḧewce ne wilo bikin, zimanê me weke xwe xweş û hêsanî ye. Tarîxa vî zimanî heye, û ḧeqê însan nîne guhartinên ji qest bi nêteke xirab bikê. Em zimanê xwe weke ko xelkê me dişteẍilê bihêlin, bêhtir tevlihevî ji xwe re çênekin. Em li vir ketine pey nêzîkxistina devokan yan jî ko însanên ji devokên biferq hevdû fêm bikin û hûn hê bêhtir ferqiyan çêdikin! Tirk berî 100 salan zimanê xwe zêde guhartin û yekî nû çêkirin, ev tiştekî weke ya wa ye, ber zimanê me jî bi 'eynî şiklî newê guhartin. Ez dixwazim em edebiyata xwe yî kevn hê jî fêm bikin, mala we ava.

Ê naxwe ev tişt çawa belav dibin? Ne wilqasî zeḧmet e. Hinek kes dest pê dikin wana bi kar bênin di kitêb û malperên xwe de û ji ber ko hinek kurd kêm li serê difikirin di cih de têne xapandin û dinivîsînin "x kurmancî, y zimanekî dî". Kêm kurmanc bi kurmancî dixwênin û dinivîsênin, wextê ko xwe di'elimênin, wan tiştan dibînin û ew jî wilo dikin (belkî ji ber ko difikirin "ew wilo dinivîsênin, divê devoka min di bin teḧsîrê de mabê"). Bi wê riyê belav dibê û gelek kes dibêjin qey standard e lê di rastiyê de karê hinek kesên ko dixwazin zimanê me yî xweş biguherin e. Yek ẍemgîn dibê ko qenal, kitêb û malperên kurmancî van tişta bi kar tênin..

Ev ẍeletî hêdî hêdî belav dibin û dikevine cihê ko zeḧmet e yek biguherê (kitêbên bi nav û deng, xizmetên tercimekirinê, bernamên belavbûyî) û zimanê nivîskî ji zimanê şteẍaliyê dûr dixin...

Belkî win difikirin ma ev çi ne tenê neh deh gotin in ti tişt nabê lê bahwer bikin, wextê ko yek bi tiştekî halo dest pê bikê gelekî hêsanî ye yek dewam bikê. Meyzênin tirk ji zimanê xwe çi kirine, hê 100 sal ji ser tirkiya osmanî (1923) neçûye divê ji tirkiya ḧeqîqî tercime bikin ya çêkirî, û zimanê xwe gelek caran guhertin, gelek tercimekirin ḧewcê bûn. Ez naxwazim kurmancên piştî me nivîs û kitêbên xweş ji ḧeta Xwedê zanê berî 400 salan fêm nekin û hê bêhtir devok çêbin û xelk hevdû fêm nekê ji ber ko gotinin ji qest hatine guhartin.

Ez çima viqasî li ser vê diqeḧerim? Ev zimanê xweş jixwe xwedî gelek gelek şikilên gotinan e û win ê yekkirina ziman hê zeḧmettir, belkî ḧeta bi ne mimkin jî kin. Di şiklê hinek kurdan de weke ko tiştek heye çi karibin bikin dikin ji bonî neyekbûnê. Jixwe zeḧmet e yek devokên dî fêm bikê vêce win tiştên pûç çêdikin ti kes wê fêm nekê, ji ẍeynî ên înternetê. Ev înternet, ḧemû ẍeletiyên we belav dikê. "Demjimr" û pirtukê bavêjin û vegerin zimanê ḧeqîqî, zimanê ko xelk pê dişteẍilê.

Şiklekî dî ji bonî dîtina ḧeqîqîtiya peyvan jimartina şiklên wan e. Hebûna wê di wextekî gelekî dirêj de dikê ko şikil û ferqî di neqeba devokan de çêbin.

Herî talî 11:56, 30 adarê 2024 hate guhartin.