Ji bonî ko materyalên bi kurmancî li cihekî werine komkirin divê programek ji bonî wê werê çêkirin. Tiştên ko karin li cihekî wilo werin qeydkirin ev in:
kitêb
qeydkirinên dengan (weke çîrok, civîn yan jî hevpeyvîn)
vîdyo û sûret
lînkên ko bi kêr tên + arşîvkirina wan
nivîsar û dosyayên li ser ziman (heke bi zimanekî ẍerîb bin, karin werin tercimekirin jî. tercime ne ḧewce ye bi kurmancî bê)
Ji bonî vê divê yek dêhnê xwe bidê ḧeqê kopîkirinê (copyright) û rê bidê xwediyê materyalan (nivîsevan yan weşanxane) ko materyalên xwe ji daxistinê betal bikin (materyalên baş ti carî nayên jêbirin, tenê wê daxistina wan wê karibê werê betalkirin).
Despêkeke piçûk ji bonî mesela kitêban:
Kitêb
Me'lûmat
Nivîs: Navê kitêbê
Nivîs: Li ser kitêbê
Kes...: Nivîsevan/nivîskar
Kes...: Hezirker
Kes...: Nivîskarê pêşgotinê
Ziman (bêhtir ji 1 çêdibê; ji bonî ferhengan) û heke kurdî bê, zarava (kurmancî, soranî, ...) û belkî devok (torî, behdînî, ...)
Kes...: Terciman
Ziman: Zimanê ko jê hatiye tercimekirin
Nivîs: Navê kitêbê yê orjînal
Tarîx: Tarîxa çapkirinê
Dever: Cihê çapkirinê
Mesele (genre/theme)
Dosye: Kitêb
Format: PDF û heke minasib be ên dî jî
Weşanxane
Reqema rûpelan
ISBN (û heke tercime ye, ISBNya orjînalê)
Ebad
Çap, cild (û varyant?)
Dereca qalîta dijîtalkirinê (digitization), ji bo nimûne qalîta skaê, qalîta OCRê
Serkaniya dosyê (URL, însan, yek bixwe), tarîxa peydekirinê
Dosye: Sûret
Ebad
Tarîx
Formata orjînal: qaẍet yan dijîtal, û me'lûmatên skankirinê (scanning)
Serkaniya dosyê (URL, însan, yek bixwe)
Dosye: Plain text format
Formateke standard ko tê de tenê nivîs û belkî piçekî formatting jî (qalin, xwehr, ...) heye ji bo xwendina dijîtal (PDF dijîtal in, lê formata wan li gora qaẍetan hatiye çêkirin). Guhertina alfabê jî li vir çêdibê. Piçekî weke VejinBooks.
Kitêbê xwendin
Kitêbê daxistin
Lêgerihan
Bi nav
Bi nivîsevan/nivîskar
Bi nivîs
Bi xeberên di nav kitêbê de
Bi tarîxa weşanê
Betalkirina daxistinê (tenê ji xwedî yan weşanxanê)
Însan divê karibin bixwe jî kitêban lê zêde bikin û ji bonî kitêbên heyî guhertinan teklîf bikin
Divê li gora copyrightê here û ḧeta ko ev tişt nehatibe tesbîtkirin divê PDF ji bo daxistinê ne vekirî bin.
Fikirên xwe li ser kitêbê nivîsandin?
Malper û lînk, arşîvkirî
Kategorî/tag: lêkolan, derz, gotûbêj, tarîx, xeberên li ser ziman, malperên ko bi kêr tên, koma nivîsandinê...
Belê, lê gelek kêmasiyên wê hene û ev fikir bêhtir pêşketî e.
Kêmasî:
Malper gelekî kevn e û di telefonan de baş xuya nakê.
Dataya tê de nikarê werê daxistin. Belê, bêhtirê PDFên wê karin werin daxistin lê sîstemek nîne ji bonî ko me'lûmatên kitêb û tiştên dî werin daxistin.
Di hinek PDFan de reklama xwe kirine, di her rûpelî de navê enstîtuyê derdikevê.
Însanên ko li wir naşuẍilin nikarin kitêb û tiştên dî lê zêde bikin.
Ev gelekî muhîm e ji bonî ko arşîv paş nemînê û mezin bibê.
Lînk û malper lê nayên qeydkirin. Gelek materyalên kurmancî yên dijîtal hene ko bi rîsk in ko winda bibin ji ber ko kesî arşîv nekiriye û cihê ko lê hene zêde guh nedinê (malper karin werin girtin).
Zûde koleksiyona wan nehatiye mezinkirin.
Zaravayên zimanê kurdî nayên veqetandin di nav lêgerihanê de.
Lêgerihana wê ne zêde pêşketî ye. Yek nikarê bi xeberên di nav kitêban de li tiştan bigerihê.
Timamê arşîvê bi şiklekî standard nikarê werê daxistin. Siba-disiba tiştek bi enstîtuyê bibê wê çi bê ji ḧemû ew data û materyal?
Ev jî rast e, û kurdîpêdiya ji aliyê ko bêhtir kes karin lê zêde bikin baştir e lê dîse jî kêmasiyên we ne kêm in:
Malper gelekî hêdî ye, carna 30 saniye diçê ḧeta ko rûpel vedibin, û wextê ko wilo hêdî ye ne mimkin e yek malperê bi kar bînê.
Ev tişt jî şibhê didê yekî bê ḧalê malperê ne baş e û bê ew karê werê girtin.
Malper bi programeke kevn û 'ecêb hatiye çêkirin û ji ber wê:
ne reḧet e yek wê bişuẍilînê
ne hesanî ye yek bi programan/kodê re malperê vekê
Zimanê malperê yê kurmancî ne baş hatiye qeydkirin û gelek xeberên soranî tê de hene.
(Ji kitêbxana enstîtuyê xirabtir,) timamê dataya vê malperê hîç jî nikarê di derbekê de werê daxistin ji bonî arşîvkirinê. Ji ber ko malper hêdî ye û bi programeke kevn û 'ecêb hatiye çêkirin, bi otomatîkî daxistina wê zeḧmet e.