Rast nivîsandin

Ev nivîsar kevn e!

Tiştên ko di nivîsên Bedirxanan de hatine bikaranîn bi B. hatine şanîkirin. Nebûna B. nayê me'na bê ne standard e, tenê me di standardê de nedîtiye yan jî weke standard nehatiye nivîsandin lê wilo hatiye bikaranîn.

  1. Wextê ko gotinek bi "e" xilas dibê, tewandinên wê dikevine cihê wê.

    • B. Şorbe → şorba nîskê, kitêbxane → kitêbxana Hawarê.
  2. Tewandinan zêde dirêj nekin.

    • B. Xanî → xanîkî (xaniyekî), şorbe → şorbeke (şorbeyeke).
    • B. Xanî → xanîne, şorbe → şorbene.
  3. Her car î + y bixine iy.

    • B. Xanî → xaniyê, çiya, qiyas.
    • Çima? Ji ber ko wextê go yek wana veqetênê gelek kes ẍelet dikin ḧemû tiştî re "îy" dinivîsênin (ka di "kirin", "hatin" û "xwarin" de "î" li kû hûnê ko "kirîye", "hatîye" "xwarîye" dinivîsênin?). Dengê i/î berî y-ê ne bi qasî î dirêj e, kintir tê gotin. Ev standard hema bêje sed sal e heye guhartina wê wê zêde problema derxê.
    • Nivîsarek li ser vê
  4. Şiklên gelejmarî bi -n re xilas dibin.

    • B. Hevalên, ne hevalê. Ew şikil devkî ye, nivîsandinê de çênabê.
  5. Cinsiyeta hejmaran rast bi kar bînin.

    • Petata çara (4)
    • Siyê heyvê (3)
  6. Nivîsandina lêkeran ya peve yan bi valayiyê veqetandî.

    • Veqetayî: B. Erê rast e, ne Erê raste. Li vir rengdêr rast e û lêker e (bûn) e. Ev gotin nabê rastbûn yanî divê peve newê nivîsandin.
    • Veqetayî: Dest pê kir (tewandina lêkeran)
    • Peve: B. Nîne (ne "nîn e")
      Navdêrên lêkeran peve binivîsênin.
    • Hate jêbirin, ketibûn pey rêvebirinê
  7. Navê ziman, xelk û heyv/mehan bi ḧerfên piçûk tên nivîsandin.

    • B. Xelkê kurd, zimanê kurdî.
    • B. Di heyva adarê de çêbû.
  8. Navê welatan bi ḧerfên mezin tên nivîsandin.

    • B. Kurdistan
  9. A û e tevlîhev nekin.

    • B. heval
    • B. de, re, ve
  10. Di destpêkê de yan jî piştî dengdarekê "ên" tê nivîsandin, ne "yên".

    • B. Ên reş.
  11. Zêde i bi kar newênin.

    • Hevalno, B. carna
  12. Şiklê ko bê -n e

    • B. "Di nav misilmana" (ne -an)
  13. Ko - ne ku yan go

    • B. "Wextê ko ez hatim"
Herî talî 14:09, 01 adarê 2024 hate guhartin.