Qanûn

  1. Gotinên ko hûn nizanin lê zêde nekin

    • Tenê ko hûn maneya wê 100% zanibin lê zêde bikin
  2. Bi alfaba firehkirî navê gotinan binivîsin

    • Heke hûn nizanibin, kategoriya "Kontrola dengên nav" lê zêde bikin û ji kerema xwe re dengê xwe qeyd bikin deqena em zanibin dengê gotine çawa ye
  3. Gotinên çêkirî lê zêde nekin

    • Gotinên ko ji qest ji mirovan hatine çêkirin û di nava xelkê de nayên bikaranîn
    • Heke ew gotin berê di kurmancî de nînba, tê qebûlkirin.
  4. Hercar dever yan devok binivîsin

    • Ji ẍeynî gotinên ko gelekî belavbûyî ne (erê, na, roj, şev..), devoka wa dibê "Ḧemû".
  5. Gotinên ne kurmancî weke kurmancî lê zêde nekin

    • Gotinên ko bi zimanên dî ne û di zimanê me de jixwe hene û tên bikaranîn
    • Gotinên ko ji ber nezanîna gotinên kurmancî tên bikaranîn
    • Heke gelekî werin bikaranîn û bi rastî bûbin ji zimanê me, hingî ew kurmancî ne
  6. Tenê hin wergerên ko tên bikaranîn lê zide bikin

    • Ne ḧewce ye 20 wergerên gotina "baş" bi înglîzî. Di-sêkek bes in heke gelek me'nên wa hebin belkî bêhtir lê ti carî bêhtir ji 5 ne ḧewce ne. Wergerên biwêjî tenê ji bonî gotinên biwêjî bi kar bênin.

Herî talî 18:29, 14 temûzê 2023 hate guhartin.