Nivîsandina bi ḧerfên dî

Nivîsandina bi ḧerfên dî ma hêja ye?

Bêhtir li ser , û ' dişteẍilim. Ji niha de karim bêjim ev nivîsar ne gelekî li ser ẍ ye.

Bi fikirê min, erê. Ti xirabî pê nîne, û kêmtir şensê ẍeletfêmkirinê heye. 'Elimîna bi riya xwendinê jî hezar caran rasttir û hesanîtir dikê û ti zeḧmetî bi nivîsandina wa nîne. Ji ẍeynî di komputer û mobîlan de, lê heke daxwaz hebê, çêkirina bernameke ji bonî nivîsandina wa ne zeḧmet e.

Ti problemên dî hene?

Erê û na. Ji ber ko ev ḧerf (ḧ û ẍ) gelekî 'ecêb in û di alfabên ti zimanan de nînin kêmî hinek fontan in, yanî di hineka de nikarin xweşik werin şanîkirin. Ev problem hesanî tê safîkirin û çara wê bikaranîna fonteke dî ye :).

Ev ḧerf ti carî hatine bikaranîn, tên bikaranîn, wê êne bikaranîn?

Bahwer dikim hûn zanin ma Hawar çi ye, kovara herî pêşî ko pê alfabeya kurdî ya latînî hate belavkirin. Li gora Hawarê (Celadet & Kamiran Alî Bedirxan), ev ḧerf di alfabê de nînin ji ber ko ẍerîb ne. Lê hê jî wana di nivîsarên xwe de wana bi kar anîne, herçiqas ne di alfabê de jî bê karin werin bikaranîn.

Piçek rastî di gotina ẍerîb de heye lê ez karim 100% bêjim bê ḧ bûye qetekî kurmancî û di gotinên 100% kurmancî de jî heye. Ne kurmancî bû berî Xwedê zanê çend sed salan, lê vêce kurmancî ye û jêbirina wê ne mimkin e. Li ser ' gelekî nizanim naxwazim tiştê ẍelet bêjim lê ev jî di gelek gotinan de heye. Ẍ di hinek gotina de heye û ew jî ji zimanên dî (erebî, hinek ji osmanî) ne lê gelekî tên bikaranîn, dîse ne mimkin e ḧemû werin jêbirin. Vêce wextê qebûlkirinê hatiye û derbas jî bûye, lê gelekî gelekî kêm kes va ḧerfa bi kar tênin.

Bahweriya min ew e bê di pêşerojê (wextê ko hê nehatiye) de jî wê bikaranîn vilo kêm mênê lê xwestineke min heye ji mamosteyan û nivîsevanên ferhengan re. Ji kerema xwe re va ḧerfa bi kar bênin! 'Elimîna gotinên nû bi şiklekî rast bê ḧerfan (bi xwendinê) ne mimkin e, ez zanim bê gelek dengên dî hene ew jî weke hev tên nivîsandin lê ev destpêkek e. Ev deng ji dengê "normal" yê ḧerfa ko pê tên nivîsandin gelekî biferq in.

Ma wê ḧemû kes fêm kin?

Çima na, gelekî hesanî ne yek karê ḧesêba wana weke bê ¨ jî bixwîne yek ê fêm kê. Mêzêne te fêm kir, min di vê nivîsarê de ew ḧemû bi kar anîn :)

Ma ḧewce ne?

Ev pirseke zeḧmet e. Ji bonî 'elimînê sedî sed ḧewce ne, û ji bonî veqetandinê jî ḧewce ne. Xwendin jî hêsanîtir dibê û heke yek gotineke ko yek nizanê bibînê, yek ê zanibê ma çawa tê xwendin :) Di vê nivîsê de "ḧ" 22 cara heye, "ẍ" 10 cara heye û ' 6 cara heye.

Herî talî 22:34, 05 tebaẍê 2023 hate guhartin.