Lêker
Hê nûka van rojan (2020-10-14) min dest pê kir çeşîd û şiklên lêkeran bi'elimim.
- xwerû
- hevedudanî û pêkhatî
- pêkhatî
- hevedudanî
- gerguhêz
- negerguhêz
Ḧemû lêker bi "n" xilas dibin.
Herî kêm 3 ḧerf in.
Lêkerên ko ji du peyvan çênebûne û di wan de pêşpirtik nînin.
Di tewandinên wan ên wextê çûyî de tenê pêşiya yan jî paşa lêkerê tê guhartin.
- gotin, xwarin, mirin
- meşîn, lebitîn
Di wextê buhûrtî de -in winda dibe.
- digot, dixwar, dimir
- gotiye, xwariye, miriye
- gotibû, xwaribû, miribû
Di wextê buhûrtî de n-ya -în winda dibe û ew tenê dibe -î
- dimeşî, dilebitî
- meşiye, lebitiye
- meşîbû, lebitîbû
Di wextê niha de -în dibe i
- dimeşim, dilebitim, dimeşê, dilebitê
- nameşim, nalebitim, nameşê, nalebitê
- geran, tirsan
- digera, ditirsa
- geriyan (gerihan, geran, gerîn), tirsiyan -> (tirsihan, tirsehan, tirsan, tirsîn), meşiyan (meşîn)
- xwestin, guhartin, jimartin, hiştin
Peyvên ko bi "kirin" re xilas dibin hema bêje hercar "hevala" wan ya ko bi "bûn" re xilas dibe heye.
Peyvên ko bi "xistin" re xilas dibin hema bêje hercar "hevala" wan ya ki bi "ketin" re xilas dibe heye.
- nexweş xistin, nexweş ketin (hvd.)
- lê xistin, lê ketin (hvd.)
- kêr lê xistin, kêr lê ketin (hvd.)
- dûr xistin, dûr ketin (hvd.)
- daxistin, daketin (pêk.)
- derxistin, derketin (pêk.) ...
Ferq di neqeba van cûran de:
- hvd.: jê birin = jê bibe, jê kirin = jê bike
- pêk.: daxistin = daxe, vekirin = veke
Ji bonî ên gelekî nêzîkî hev, "ka çima «jê kirin» ne pêkhatî ye"
- hvd.: bi daçek in ("jê" daçekek e)
- pêk.: bi pêşpirtik in
Ferqa herî mezin nebûna -bi- ye di lêkerên pêkhatî. Yanî yek nabêjê ez dabigrim, lê yek dibêjê ez jê bibim.
Di nivîsandinê de ferqa ên pêkhatî ji ên hevedudanî ew e bê ên pêkhatî peve tên nivîsîn.
Û ferqa herî talî ew e bê hevedudanî ji rengdêr, daçekan û navdêran pêk tên, lê pêkhatî ji pêşpirtikan pêk tên. (wane rêz kur r.97)
Herî kêm 5 herf in.
Cûreyê lêkeran ê ko herî kêm jê hene. Bi pêşpirtikekê û lêkereke xwerû çêdibin. Di kêm devokan de "pêvekirin"ên "di, ne, na, bi" di kêm peyvan de dikevin pêşiya peyvê lê di bêhtir devokên kurmancî de ew dikevin di neqeba pêşpirtikê û lêkerê de.
Ḧemû pêşpirtik: ve- ra- da- ber- der- hil- wer- vê- (ro-?) rû-
- Li gora wane-rêz-kur r.97 ber- û der- ne ji van in "Her çiqas peyvên mîna /ber/ û /der/ roleke nêzîpêşpirtikan hilgirin ser milên xwejî ew bi xwe manedar in. Her wiha cînavkên lihevxistî gelek lêkerên biwêjî pêk tînin lê ew cînavk in, ne pêşpirtik in."
- Li gora rêzimanê, -bi- di ên pêkhatî de nîne. "Ez berdim?" Hûn dibînin? Tê de -bi- nîne, dibê pêkhatî. Hevedudaniya weke pêkhatî nivîsandî wê bûbane "berbidim" û hevedudaniya 100% wê bûbane "ber bidim"
- Di lêkolîna min ya piçûk de "berbidim" qet nayê bikaranîn.
- Li gora lêkolîna min "ber" weke pêşpirtikekê tê qebûlkirin, di 100% ji kitêbên û kovarên bi min re "bernadim" tê gotin, ne "ber nadim".
- -dan 'ecêb e. tevdan, girêdan, bazdan, berdan. pêkhatî yan hevedudanî?
- Çê-? Çêkirin, çêbûn. Lê em ji çêbûn re dibêjin go çêbibê
- He-? Ne-? Nîn? Hebûn. Nebûn (ew xanî berê nebû) ji nehebûn e, lê ez nizanim ma pêkhatî de dibê -ne- yan ne- (danexistî / nedaxistî?). Heke -ne- dikevê nîviyê de hingî hebûn ne pêkhatî ye, divê xwerû bê. Lê ecêb e gotineke xwerû heye ko ji tiştekî weke pêşpirtikekê çêbûye. Çêdibê ko ev gotineke "taybet" bê. Nîn-(bûn) jî şiklekî nebûne ye, nizanim ma kîjan "ḧeqîqî" ye, "ew xanî berê nînbû", "ew kes nîne". Ne weke pêşgirekê ye, ne weke pêkhatî ye jî -- naxwe dibê yan xwerû yan hevedudanî. Dîse ev jî şiklekî "na"-yî ("negatîv") ye ji ber wê ev jî "taybet" e. Weke nîn dibû nayê bikaranîn ji ber wê îḧtîmala bê hevedudanî ye piçûk e.
- Ba-? Bakirin (di devoka mi de weke hinek pêşpirtikên dî xira bûye û lêkerên xwerû bê "bi" di tewandinê de çêdikê) dibakê
- Nîn-? Nînbûn? Yan ew tewandineke nebûn e? Naxwe ne- pêşgir e? Pêkhatî ye? !?!??
- Lêkerên ko bi van pêşpirtikan re dest pê dikin hercar pêkhatî ne. Hey jê hebin ko navdêrên lêkerên hevedudanî dikarin bi vana re dest pê bikin.
- Divê dirêjtir ji yan jî 5 herf bin. Dan nabê pêkhatî!
- [Di devoka mi de] Bi -în nikarin xilas bibin. Danîn nabê pêkhatî!
- Tiştekî li ser kîteya ye ez bahwer im. Dan yek kîte ye, da|gir|tin sê kîte ne çêdibê divê pêşgir tenê kîteyek bê.
- Yan jî danîn bi rastî "daanîn" e ji ber go gotina wê ḧingî zeḧmet e bûye danîn? ("daêne" wir -> dêne wir??) yek nabêjê "bidêne" wir divê berê pêkhatî bûbê
- Ev ji bonî "hil" ne rast e, belkî tenê ên 2-tîpî wilo bin.
- Yan jî ji ber nebûna "hil-" di hin devokan de gotin bi wê weke xwerû hatine çêkirin. Nimûne: hilandin. Ev gotin sedî sed xwerû ye û bi hil dest pê dikê, lê nizanim ma ji pêşpirtika hil- hatiye çêkirin û heke wilo bê nizanim ma çima ne pêkhatî ye. Gotina wê weke pêkhatî gelekî zeḧmet çêdibê.
- Yan jî belkî ên pês-paşî (hil- pêşpirtik e, -andin paşpirtik e) nabine pêkhatî?
- çêkirin, rakirin, rabûn, vekirin, vebûn, veşartin, (rawestîn tewandin çawa ??)
- Erênî: çêke, rake, rabe, veke, vebe, veşêre
- Neyînî: çêneke, raneke, ranebe, veneke, venebe, veneşêre
- Erênî: çêdikê, radikê, radibê, vedikê, vedibê, vedişêrê
- Neyînî: çênakê, ranakê, ranabê, venakê, venabê, venaşêrê
- çêkir, rakir, rabû, vekir, vebû, veşart
- çênekir, ranekir, ranebû, venekir, venebû, veneşart
- Erênî: çêdikir, radikir, vedikir, vedibû, vedişart
- Neyînî: çênedikir, ranedikir, venedikir, venedibû, venedişart
- Devoka torî: çênekiribane, ranekiribane, venekiribane, venebûbane, veneşartibane
- Dîtir: çênekira, ranekira, venekira, venebûya, veneşarta
Herî kêm 6 herf in. (valayî jî tê de)
Lêkerên ko ji bêhtir ji yek (ka ma tenê 2 karin hebin ??) peyvên ko ne peve ne pêk tên. Peyva duwa lêkereke hêsanî e, hinek:
Gerguhêz:
- kirin, girtin (?), birin
- ?? anîn, gotin
Negerguhêz:
- bûn, ketin
- ?? hatin
- ("hebûn", "nebûn", geran, anîn, man, xwarin (sûnd xwarin, xwarin xwarin ??), dan? (Xwedê dan) xistin).
(kirin -, hatin -, dan -(erdê) mimkin in ?? --- hatin bîrê?)
(baştir kirin, baştirkirin hene? -tir dibê qetek?)
Hinek ji vana ji rengdêran çêkirî ne
- mezin kirin, piçûk kirin, xweş kirin, nexweş xistin
- mezin bûn, piçûk bûn, xweş bûn, nexweş ketin
Hinek ji daçekan çêkirî ne
- jê kirin, jê birin, lê geran, lê kolîn
Hinek jî ji navdêr yan cihnav, û daçekan çêkirî ne
- dest pê kirin, pê lê kirin, bi kar anîn
Wextê ko ji 3 peyvan pêk tên divê yek ji wa peyva daçekek bê.
- pê lê kirin, dest pê kirin, şîret lê kirin, ḧez jê kirin
Ji ber ko peyva pê/lê tê tewandin, ne dest. Dest bi çi bikim? Pê li wir bike.
- bi kar anîn, li dar xistin, bi kêr hatin, li hev kirin, li xwe kirin, ji xwe kirin
(lêkole: e nîvî: pêş ve çûn / pêşve? xew ve çûn) (pêş ve çûn / pêşve ??)
Navdêrên lêkerên vilo bê valayî ne, jê kirin -> jêkirin (hate jêkirin, hatibû jêkirin), dest pê kirin -> destpêkirin (nehat destpêkirin)
Lêkerên hevedudanî û pêkhatî ko tên kirin, weke jê kirin, jê birin, mezin kirin, daxistin ḧemû gerguhêz in.
* Min kir, min jê kir, min jê bir, min mezin kir, min daxist
Lêkerên hevedudanî û pêkhatî ko dibin, weke mezin bûn, nexweş ketin, daketin ḧemû negerguhêz in.
* Ez mezin bûm, ez nexweş ketim, ez daketim
((lê bikole, ne li ser cûran; lêkerên bi o- kêm in, ne weke kurmancî xuya dikin (hevedud)))
Gerguhêz
Hêsanî çûyî: Min kitêbekê xwend | Hêsanî niha: Ez kitêbekê dixwênim | Hêsanî werê: Ez ê kitêbekê xwênim |
Qewimîn çûyî: Min kitêbekê dixwend | Qewimîn niha: 'Eynî | Qewimîn werê: 'Eynî |
"Perfekt" çûyî: Min kitêbekê xwendibû | "Perfekt" niha: Min kitêbekê xwendiye | "Perfekt" werê: Ez ê kitêbekê xwendibim |
Negerguhêz
Hêsanî çûyî: Ez çûme wir | Hêsanî niha: Ez diçime wir | Hêsanî werê: Ez ê çime wir |
Qewimîn çûyî: Ez diçûme wir | | |
"Perfekt" çûyî: Ez çûbûme wir | "Perfekt" niha: Ez çûme wir | "Perfekt" werê: Ez ê çûbime wir |
Niyet çûyî: Ez ê çûbame/çûbam wir | | |
Kurmancî | Înglîzî |
lêker | verb |
| |
xwerû | simple |
pêkhatî | compound |
hevedudanî | split |
biwêjî | proverbial |
| |
gerguhêz | transitive |
negerguhêz | intransitive |
Kirin | Bûn |
Xistin | Ketin |
Hiştin | Man |
| |