Fêdên ferhengan (teknîkî)

Ferheng bingeha gelek tiştan in. Ev nivîsar li ser tiştên teknîkî ye.

Sinifandin û cûre derxistin (Part-of-speech tagging)

Bi arîkariya ferhengan re program karin sinifê gotin/xeber/kelîman derxin. Yanî di hevoka "Ez dixwazim xwarin bixwim" fêm dikê bê "ez" cihnavek e, "dixwazim" formeke lêkerekê ye, "xwarin" navdêrek e û "bixwim" lêkerek e.

Ra û gotin ji tewandinê derxistin (Morphological analysis)

Piştre ji tewandinê karin werin derxistin û agahiyên wan karin werin dîtin:

Bernamên rastnivîsandinê (Spell correction)

Piştî derxistina cûrê ferheng dikarê meyzînê ka ma ev tişt li gora ziman ẍelet e yan rast e. Dûvre jî di nav nivîsê li ẍeletiyên weke tîpên mezin û piçûk, nuqte, bêhnok ... bigerin.

Klavyên telefonan (Mobile keyboard)

Klavyên telefonan dikarin ferhengan û bernamên cûre derxistinê re pêşniyarên hêja ji bonî gotin/xeber/kelîma werê û rastnivîsandina wê bidin.

Deng xistin nivîs ("ASR", Speech recognition)

Bername dikarin bi ferhengan û cûre derxistinê re texmînên hêja bikin ji bonî ka ma mirov çi dibêjê. Ji ber ko di nivîsînê de ḧemû deng nîne dikarê maneke rasttir bi riya dengên "ne-nivîsî" bibînê.

Nivîs xistin deng ("TTS", Text to speech)

Nivîsandina kurmancî çiqasî bi ḧemû dengan newê kirin jî ne gelekî gelekî dûrî wê ye. Alfaba ferhenga me ji bêhtir dengan pêk tê û em hêvî dikin tiştên berbelav weke IPA bi kar bînin. Bi van tiştan re bername dikarin dengên weke mirovan çêkin ji bonî tiştên weke nivîs xwendin.

Tercimekirin (Translation)

Însan jî program jî bi arîkariya ferhengan nivîsan karin tercime bikin.

Herî talî 16:10, 29 adarê 2024 hate guhartin.