Dengdarên pêşketî

Pêşî nivîsara li ser dengan bixwênin. Ev nivîsar ḧemû dengdaran ji hev vediqetînê. Ji bonî ko werê şanîkirin ko dengek hişk e, ʰ piştî ḧerfa wê tê nivîsandin. Ji bonî dengên qelew, ˤ tê nivîsandin. Piştî ḧerfa dengê nerm, yanî yê ne hişk û ne qelew jî tiştek nayê nivîsandin. Li malperê tenê di navên gotinan de ev sembol têne bikaranîn û ji bo ko yek binivîsînê arîkarî heye.

  1. ḧ (h)
  2. ẍ (x)
  3. ' ('eyn)
  4. ç, k, p, t
  5. s
  6. l
  7. r
  8. "i-ya qelew"
  9. z û b-yên qelew

ḧ (h)

ẍ (x)

Bêhtir di gotinên ji 'erebî û hinek jî ji osmanî de heye.

Hinek bûne x:

' ('eyn)

Herî gelek di destpêka gotinan de heye û herî gelek berî "e" tê. Wextê ko piştî "e" tê, ew "e" weke "a" tê nivîsandin di nivîsandina hêsanîkirî (lê nivîsandina hêsanîkirî li Nevgurê nayê bikaranîn).

ç, k, p, t

Ch.RizgarCindîMarogûlovIPAḦerfa meŞikil
ÇçÇçЧчCct͡ʃÇçNerm
t͡ʃˤÇˤçˤQelew
Ç’ç’ÇçЧ’ч’Cct͡ʃʰÇʰçʰHişk
KkKkКкKkkKkNerm
KˤkˤQelew
K’k’KkК’к’ⱩⱪKʰkʰHişk
PpPpПпPppPpNerm
PˤpˤQelew
P’p’PpП’п’ҎҏPʰpʰHişk
TtTtТтTttTtNerm
TˤtˤQelew
T’t’TtТ’т’ҬţTʰtʰHişk
SˤsˤQelew
ḦḧHhh’h’ĦħħḦḧqirik
ẌẍXxГ’г’ƢƣɣẌẍqirik
'Eeə’ə’Ә́ә́ʕɜ'qirik
(R̄r̄)RrР’р’ r Xurt
Л’л’ LˤlˤQelew

Weke yek dibînê ti kesî 'eleqê xwe ji dengên qelew neanîne. (R̄r̄) di nava kevanekan de ne ji ber ko Ch. piştî 2003 dev ji wan qera, hew bi kar tênê. Her pêncê talî di alfaba soranî de hene lê ên dî weke hev tên nivîsîn ji ber wê di lîstê de soranî nîne. Ḧerfa me ya "r-ya hişk" nîne, ji ber ko ez nikarim wana baş veqetênim – heke kesekî baş li ser veqetandinê hebê, peyamê ji mi re bişiyênin belkî werê lêzêdekirin. Arîkarî ji bonî veqetandina ên dî ḧewce bê, peyamê ji mi re bişiyênin.

Dixwazim bêjim bê Ch. hinek dengên qelew qeyd kiriye: t, s, l-yên qelew, lê tenê di nivîsa bi alfaba 'erebî de. 'Ecêb e bê dengên hişk tenê di latînî de û dengên qelew tenê di 'erebî de qeyd kiriye. Di zimanê 'erebî de ew her sê deng (tˤ, sˤ, lˤ) hene lê ḧerfên dî yên qelew nînin ji ber wê Ch. ew qeyd nekirine.

Ne em tenê ḧerfekê dixine pişt ḧerfê bixwe ji bonî ko deng baş werê şanîkirin. Di zimanê rûsî de, ъ dengekî hişk û ь dengekî nerm şanî dikê.

Şiklên qelew, nerm û hişk hene.

Qelew (pharyngealization)

Nerm

Hişk / Req (aspirated)

s

Normal

Qelew pharyngealization

l

Ji bonî ya qelew ḧerfa IPAyê ya "ɫ" jî heye lê 2 manên wê hene (lˤ û lˠ)1 û ji ber ko "ˠ" di kurmancî de nîne ya me lˤ ye.

Normal

Qelew pharyngealization

Di destpêkê de jî heye û ev ne tiştekî hin devoka ye. Nivîsên ko dibêjin di destpêkê de nîne li ser soranî/kurdiya başûrî dişteẍilin.

r

Nerm (bêhtir heye)

Di destpêka gotinan de nîne

Hişk/Jidandî (trill)

Di destpêka gotinan de "r" her car ev e

"i-ya qelew"

I-yên piştî ḧemû ḧerfên qelew dibine "i-ya qelew" /ɯ/ û ji ber wê di destpêka gotinan de nikarê hebê.

z û b-yên qelew

Z-ya qelew ji bonî nimûne di gotinên "zêr" û "zilm" de heye. Ev deng li ferhengê hê nayê veqetandin.

B-ya qelew dengekî ko me'nê venaqetênê ye (allophone). Tiştê ko ez zanim, ev deng tenê de hin devoka de heye (toriya Nisêbînê jî te de) û di herî gelek 10 gotina wilo de heye. Çêdibê ko girêdana wê bi qelewkirina kîtê re hebê, weke lˤebˤitîn. "I-ya qelew" bi vê re jî çêdibê. (bˤirçî)

Herî talî 13:23, 19 çêla pêşiyê 2024 hate guhartin.