Ferheng parçeke mezin î gelek tiştan in. Ev meqale li ser tiştên teknîkî ye.
Program karin bi arîkariya ferhengan sinifê gotin/xeber/kelîman derxin. Yanî di cimla "Ez dixwazim xwarin bixwim" programek kare tesbît bike bê "ez" zemîrek e, "dixwazim" formeke fi'lekê ye, "xwarin" navek e û "bixwim" formeke fi'lekê e.
Piştre ji tewandinê karin werin derxistin û me'lûmatên wan karin werin dîtin:
Piştî derxistina cûrê ferheng kare meyzînê ka ma ev tişt li gora ziman ẍelet e yan rast e. Dûvre jî di nav nivîsê li ẍeletiyên weke ḧerfên mezin û piçûk li cihên ẍelet û niqteşaniya ẍelet.
Klavyên telefonan karin bi ferhengan û programên sinifandinê teklîfên hêja ji bonî gotin/xeber/kelîma ko wê piştî ya niha ê û nivîsandina rast ya kelîman bidin.
Program karin bi ferhengan û cûre derxistinê re texmînên hêja bikin ka kesek çi dibêje. Ji ber ko di nivîsandinê de ḧemû deng nînin kare me'neke rasttir bi riya dengên di nivîsê de ne veqetandî bibîne.
Alfaba ferhenga me ji bêhtir dengan pêk tê û em hêvî dikin tiştên berbelav weke IPA bi kar bînin. Bi van re program karin dengên weke mirovan çêkin ji bonî tiştên weke kitêbên bideng yan jî aletên arîkariyê ji bo kesên kor.
Însan jî program jî bi arîkariya ferhengan karin nivîsan tercime bikin.