Hicûmeke gelekî biqewet berdane zimanê kurmancî. Hicûma ji aliyê zaliman ve ne bes bû, kurd bixwe jî hicûmê berdane zimên. Zalim bi zilma xwe te'sîrê li zimên dikin, kurdên ko zimanê xwe bêqedr û piçûk dibînin jî bingeha zimên xira dikin û tiştên asran kevn ji qurm ve derdixin û tevlîheviyê dixin nav zimanê ko jixwe têra xwe hatiye tevlîhevkirin.
Bi ya min, di cih de dev ji kelîmên ko ji bonî guhartina kelîmên heyî hatine çêkirin berdin. Kelîmên heyî xwedî tarîxeke dirêj in û parçeke muhîm î zimanê me ne. Bi guhertina wan, zimanê me ji zimanekî tebî'î diqulibe zimanekî çêkirî û nenormal ko xelk bi rastî pê qise nake / naşteẍile / naaxive.
Mesela:
| mînak | wate | demjimêr | xulek | çirke | pirtûk | pêwîst | ajal | pênûs |
| nimûne, mîsal | me'ne | se'et | deqe | saniye | kitêb | ḧewce, lazim | ḧeywan | qelem |
Piştevan/piştgirên van kelîman gelek caran bê ti fêhtî bela xwe didin kesên dî û dibêjin hûn ẍelet in. Lê ḧeqîqet ew e ko ewên normal ew in, ne ẍelet in. Ji ber ko ḧalê rastî ê zimên dişuẍulînin. Gelek caran kesin dibêjin "pirtûk kurmancî ye, kitêb 'erebî ye". Dereweke mezin e. Heke yek piçekî, gelekî kêm 'erebî zanibe jî yek ê zanibe ko dengê "ê" di erebî de nîne. Rast e ev gotin ji 'erebî hatiye lê dûvre bûye kurmancî. Heke win ji vê re bêjin ne kurmancî, naxwe divê win gelek gelek tiştên dî jî biguherin yan jî jê bibin. Heya we nîne bê çend gotin ji 'erebî ketine kurmancî. Ev ne tiştekî xirab e, di ḧemû zimanan de heye. Zimanên derdorê kelîman didin hev.
Heke em bi zimanine nêzîkî kurmancî (ji ẍeynî 'erebî û ûrdûyî, ew ne nezîk in) re qiyas bikin hûn ê bînin ko ev ji normal pê ve ne tiştek e.
| Lîsta gotinan bi zimanan | Çe'vkehnî | ||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| kurmancî | nimûne | me'ne | ẍelet | (wext) | se'et | deqe | saniye | kitêb | ḧeywan | qelem | ez |
| farisî | nimune | me'ne | ẍeletˤ | (vaxt) | se'et | deqîqe | saniye | kitab | heyvan | qelem | google tercime |
| belûçî | nemunah | mana | ??? | (wehd) | sahet | (nedît) | (nedît) | kitab | heywan | kelem | 1 |
| erebî | --- | me'ne | ẍeletˤ | (weqt) | sa'e | deqîqe | saniye | kîtab | ḧeywan | qelem | google tercime |
| peştûyî | --- | me'nî | ẍeletˤ | (wext) | se'et | deqîqe | saniye | kitab | --- | qelem | google tercime |
| ûrdûyî | --- | me'nî | ẍeletˤ | (weqt) | --- | --- | --- | kîtab | --- | qelem | google tercime |
Gotina dem=wext ne çêkirî ye. "Ajal" bi rastî ne "ḧeywan" e lê ji hinek kes me'na wê guhertine. Ez dîse jî di vê qiyaskirinê de wan şanî dikim deqena wun bibînin ko nêzîktî hene.
Ên --- ne 'eynî ne.
Di neqeba wiqas zimanan de hema bêje weke hev. Bêhtirê van zimanan standardkirî ne û heke xirabî yan ẍeletî bi van gotinan heban wê çima hiştiban? Ti ẍeletî nînin bi wan re.
Ez bahwer im ji ber guhartinên di soranî de (ji hinek soranan, ne ḧemû), kurmancin jî dixwazin zimanê xwe biguherin lê em ne ḧewce ne wilo bikin, zimanê me weke xwe xweş û hêsanî ye. Tarîxa vî zimanî heye, û yek nikare bi nêteke xirab ji qest tiştan viqasî biguhere. Em zimanê xwe weke ko xelkê me dişteẍile bihêlin, bêhtir tevlîhevî ji xwe re çênekin. Em li vir ketine pey nêzîkxistina devokan yan jî ko însanên ji devokên biferq hevdû fêm bikin û hûn hê bêhtir ferqiyan çêdikin! Tirk berî 100 salan zimanê xwe zêde guhartin û yekî nû çêkirin, ev tiştekî weke ya wan e, ber zimanê me jî bi 'eynî şiklî newê guhartin. Ez dixwazim em edebiyata xwe yî kevn hê jî fêm bikin, û nifşên piştî me jî ji zimanê ên berî xwe fêm bikin.
Ev tişt çawa belav dibin? Ne wiqasî zeḧmet e. Hinek kes dest pê dikin wana bi kar bînin di kitêb û websîtên xwe de û ji ber ko hinek kurd kêm li serê difikirin di cih de tên xapandin û bahwer dikin ko ev kelîmên qedîm û ḧeqîqî ne. Kêm kurmanc bi kurmancî dixwînin û dinivîsînin. Wextê ko xwe di'elimînin, wan tiştan dibînin û ew jî wilo dikin (belkî ji ber ko difikirin "ew wilo dinivîsînin, divê devoka min di bin teḧsîrê de mabe"). Bi wê riyê belav dibe û gelek kes dibêjin qey standard e lê di rastiyê de karê hinek kesên ko dixwazin zimanê me yî xweş biguherin e. Yek ẍemgîn dibe ko qenal, kitêb û websîtên kurmancî van tişta bi kar tînin..
Ev ẍeletî hêdî hêdî belav dibin û dikevine cihên ko guhertina wan zeḧmet e (kitêbên bi nav û deng, xizmetên tercimekirinê, programên belavbûyî) û zimanê nivîskî ji zimanê şteẍaliyê (peyivînê, qisekirinê, axiftinê) dûr dixin...
Belkî win difikirin ma ev çi ne tenê neh deh gotin in ti tişt nab÷ lê bahwer bikin, wextê ko yek bi tiştekî halo dest pê bikê gelekî hêsanî ye yek dewam bike. Û jixwe ji van gelek bêhtir ji niha de hene. Meyzînin tirk ji zimanê xwe çi kirine, hê 100 sal ji tirkiya osmanî (1933) derbas nebûye divê ji tirkiya osmanî tercime bikin tirkiya çêkirî ya îro. Ne tenê carek, zimanê xwe gelek caran guhertin, hinek nivîs ḧewce bûn carcaran werin tercimekirinî zimanê "wê rojê". Ez naxwazim kurmancên piştî me nivîs û kitêbên xweş ên ji ḧeta Xwedê zane berî 400 salan fêm nekin û hê bêhtir devok çêbin û xelk hevdû fêm neke ji ber ko gotinin ji qest hatine guhartin.
Ez çima viqasî li ser vê diqeḧerim? Ev zimanê xweş jixwe xwedî gelek gelek şikilên gotinan e û win ê yekkirina ziman hê zeḧmettir, belkî ḧeta bi ne mimkun jî bikin.
Di xuyê hinek kurdan de weke ko tiştek heye, çi karibin bikin dikin ji bo ko tifaq pêk newê. Jixwe zeḧmet e yek devokên dî fêm bike vêce tiştên pûç tên çêkirin ti kes wê fêm neke, ji ẍeynî hinek kesên înternetê. Ev înternet, ḧemû ẍeletî yanî 'emelên wan ên nêtxirab belav dike.
Zimanên kurdan gelek in, kurmancî heye, soranî heye zazakî heye, bêhtir hene. Her yek bi alîkî ve diçe û ji hev dûr dikevin. Kurmanc ji bo tarîxê "dîrok" îcad kirin, soran ji bo tarîxê "mêjû" îcad kirin. Bi vî şiklî ew herdû dûrî hev ketin. Wextê ko yek nivîsên kevn ên ziman/şîveke ko yek nizane dixwîne, yek bêhtir jê fêm dike ji ber ko hingî hê ew guhertinên xirab pêk nehatibûn.
Şiklekî dî ji bo dîtina ḧeqîqîbûna peyvan jimartina şiklên wan e. Wextê ko kelîmeyek gelek wextî hebûbe, şikil û ferqî di neqeba devokan de karin çêbûbin.